Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Banga Yûhennayê Imadkar 
1
Di wan rojan de Yûhennayê* imadkar* li çola Cihûstanê* derket meydanê û weha dest bi hînkirinê kir:
2
«Tobe bikin, çimkî Padîşahiya* Ezmanan nêzîk e!»
3
Yûhenna ew e ku Îşaya* pêxember weha li ser wî gotiye:
«Dengê yê li çolê gazî dike:
‹Riya Xudan* amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!›»[a]
4
Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.
5
Hingê ji Orşelîmê*, ji hemû Cihûstanê û ji tevahiya herêma Çemê Urdunê dihatin ba wî
6
gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad* dibûn.
7
Lê gava Yûhenna dît ku ji Fêrisî* û Sadûqiyan* gelek tên ku imad bibin, wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran! Kê ji we re gotiye ku hûn ji ber xezeba ku tê birevin?
8
Îcar fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin.
9
Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm* bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake!
10
Ji xwe bivir li ser qurmê daran e! Her dara ku berê qenc nede wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.
11
Erê, ez we ji bo tobê bi avê imad* dikim, lê yê ku piştî min tê ji min bihêztir* e. Ez ne hêja me ku çaroxa wî hilgirim. Ewê we bi Ruhê* Pîroz û bi êgir imad bike.
12
Melhêba wî di destê wî de ye. Ewê bêndera xwe qenc paqij bike, genimê xwe di embarê de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
Imadbûna Îsa 
13
Hingê Îsa ji Celîlê* hat Çemê Urdunê ba Yûhenna, da ku bi destê wî imad* bibe.
14
Lê Yûhenna xwest ku ji wî re bibe asteng û got: «Ji dêla ku divê ez bi destê te bêm imadkirin*, ma tu têyî ba min?»
15
Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû.
16
Îsa imad bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê* Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî.
17
Û dengekî ji ezmanan weha got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e.»
  1. a. 3:3 Ji: Îşaya 40:3