Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Jin û Mêr 
1
Jinno, bi vî awayî hûn jî bi ya mêrê xwe bikin. Wusa ku, eger hinek ji wan bi peyva Xwedê baweriyê neynin jî,[a]
2
gava ew jiyana we ya hurmetkar û şîrhelal bibînin, bê gotin bi jiyana jina xwe bên qezenckirin.
3
Bila xemla we ne bi tiştên berbiçav, bi honandina porê xwe, bi wergirtina zêran û cilên spehî li xwe kirin be.[b]
4
Lê bila xemla we ya ku xera nabe, bi heyina we ya veşartî, bi ruhê we yê rihet û nermê ku li ba Xwedê pirr hêja ye be.
5
Çimkî di demên berê de jî, jinên pîroz ên ku hêviya xwe bi Xwedê ve girêdabûn, bi qebûlkirina desthilatiya mêrên xwe, weha xwe dixemilandin.
6
Bi vî awayî Sarayê bi ya Birahîm* kir û jê re got: «Mîrzayê min.» Eger hûn jî qenciyê bikin û ji tu tiştî nebizdin, hûn keçên wê ne.
7
Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihîştî be, ji jina ku naziktir e re hurmetê bikin, çimkî ew bi xwe jî wêrisên kerema jiyanê ne. Wusa ku ji duayên we re asteng dernekeve.[c]
Cefakişandina di ber Rastiyê de 
8
Bi kurtî, hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin.
9
Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz* bikin, çimkî ji bo ku bereketê mîras bistînin hûn hatin gazîkirin.
10
Ji ber ku:
«Yê ku ji jiyanê hez dike
Û dixwaze rojên qenc bibîne,
Bila zimanê xwe ji xerabiyê
Û devê xwe ji gotina derew biparêze,
11
Bila ew xwe ji xerabiyê dûr bixe û qenciyê bike,
Bila ew li aştiyê bigere û bikeve pey wê.
12
Çimkî çavên Xudan li ser yên rast in
Û guhên wî ji bo duayên wan vekirî ne.
Lê rûyê Xudan li hember xerabkaran e.»[d]
13
Îcar, eger hûn ji dil û can bixwazin ya qenc bikin, kî wê xerabiyê li we bike?
14
Lê eger hûn di ber rastiyê de cefayê bikişînin jî, xwezî bi we! Ji tiştê ku ew ditirsin, hûn netirsin û nebizdin,[e]
15
Lê Mesîh bi xudantî di dilê xwe de pîroz bikin. Hergav amade bin ku hûn bersîvê bidin her kesê ku sedemê wê hêviya ku di dilê we de ye dipirse.[f]
16
Lê vê yekê bi nermî û hurmetê bikin. Bila wijdana we paqij be, da ew ên ku li ser jiyana we ya qenc a bi Mesîh bi xerabî dipeyivin di wan tiştên ku ketma we dikin de, bên şermezarkirin.
17
Eger bi daxwaza Xwedê be, çêtir e ku em ne di ber xerabîkirinê, lê di ber qencîkirinê de cefayê bikişînin.
18
Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir. Ew di bedenê de hat kuştin, lê ji aliyê Ruh ve hat vejandin.
19
Ew bi ruh çû û ji ruhên di zîndanê de girtî re peyv got.
20
Van ruhan berê, yanî di dema Nûh* de, çaxê ku gemî dihat çêkirin û Xwedê bi bîhnfirehî sebir dikir, neguhdarî kir. Di wê gemiyê de çend kes, yanî heşt nefs ji avê derketin, xilas bûn.[g]
21
Ev jî mînaka imadê* ye ya ku îro we xilas dike. Imad ne şuştina qirêja bedenê ye, lê belê ew li ber Xwedê daxwaza wijdana paqij e. Ev yek bi vejîna* Îsa Mesîh pêk hat.
22
Ew hilkişiya ezmên, li milê Xwedê yê rastê ye û milyaket, desthilatî û hêz bi ya wî dikin.
  1. a. 3:1 Efesî 5:22; Kolosî 3:18
  2. b. 3:3 Tîmotêyos I, 2:9
  3. c. 3:7 Efesî 5:25; Kolosî 3:19
  4. d. 3:10-12 Ji: Zebûr 34:12-16
  5. e. 3:14 Metta 5:10
  6. f. 3:14-15 Îşaya 8:12-13
  7. g. 3:20 Destpêkirin 6:9-8:22