Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Ceribandina Ruh 
1
Hezkirîno, ji her ruhî bawer* nekin, lê ruhan biceribînin ka ew ji Xwedê ne an ne. Çimkî gelek pêxemberên derewîn derketin dinyayê.
2
Hûn bi vê yekê Ruhê* Xwedê nas dikin: Her ruhê ku eşkere dike, Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye, ji Xwedê ye,
3
lê her ruhê ku Îsa eşkere nake, ne ji Xwedê ye. Û ruhê dijberê Mesîh ê ku we li ser bihîstiye wê bê, ev e û ji xwe niha di dinyayê de ye.
4
Zarono, hûn ji Xwedê ne û hûn li hember pêxemberên derewîn bi ser ketin. Çimkî yê ku bi we re ye, ji yê ku di dinyayê de ye mezintir e.
5
Ew ji dinyayê ne, ji ber vê yekê gotina wan ji dinyayê ye û dinya guhdariya wan dike.
6
Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike guhdariya me dike, lê yê ku ne ji Xwedê ye guhdariya me nake. Em bi vê yekê Ruhê rastiyê û ruhê derewîn nas dikin.
Xwedê Hezkirin e 
7
Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike.
8
Yê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e.
9
Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn.
10
Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir û Kurê xwe şand, ku di ber gunehên me de bibe berdêl.
11
Hezkirîno, madem ku Xwedê bi vî awayî ji me hez kir, divê em jî ji hevdû hez bikin.
12
Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye; eger em ji hevdû hez bikin, Xwedê bi me re dimîne û hezkirina wî bi me re bêkêmahî dibe.[a]
13
Bi vê yekê em dizanin ku em bi wî re dimînin û ew bi me re dimîne, çimkî wî ji Ruhê xwe daye me.
14
Me dît û em şahidiyê dikin ku Bav* Kurê xwe şand ku bibe Xilaskarê dinyayê.
15
Eger yek bi eşkereyî bêje: «Îsa Kurê* Xwedê ye», Xwedê bi wî re dimîne û ew jî bi Xwedê re dimîne.
16
Û em hezkirina Xwedê ya ku ji bo me ye dizanin û jê bawer dikin.
Xwedê hezkirin e û yê ku di hezkirinê de dimîne, bi Xwedê re dimîne û Xwedê bi wî re dimîne.
17
Hezkirin bi vî awayî di nav me de temam bûye, da ku di Roja Dawî de cesareta me hebe, çimkî ew çawa be, li vê dinyayê em jî wusa ne.
18
Di hezkirinê de tirs tune, lê hezkirina temam tirsê ji dil derdixe; çimkî di tirsê de cefa heye û yê ku ditirse di hezkirinê de bêkêmahî nebûye.
19
Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir.
20
Eger yek bêje: «Ez ji Xwedê hez dikim» û ji birayê xwe nefret bike, derewkar e. Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike.
21
Emrê ku me jê standiye ev e: Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike.
  1. a. 4:12 Yûhenna 1:18