Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ceribandina Ruh
- 1
- Hezkirîno, ji her ruhî bawer* nekin, lê ruhan biceribînin ka ew ji Xwedê ne an ne. Çimkî gelek pêxemberên derewîn derketin dinyayê.
- 2
- Hûn bi vê yekê Ruhê* Xwedê nas dikin: Her ruhê ku eşkere dike, Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye, ji Xwedê ye,
- 3
- lê her ruhê ku Îsa eşkere nake, ne ji Xwedê ye. Û ruhê dijberê Mesîh ê ku we li ser bihîstiye wê bê, ev e û ji xwe niha di dinyayê de ye.
- 4
- Zarono, hûn ji Xwedê ne û hûn li hember pêxemberên derewîn bi ser ketin. Çimkî yê ku bi we re ye, ji yê ku di dinyayê de ye mezintir e.
- 5
- Ew ji dinyayê ne, ji ber vê yekê gotina wan ji dinyayê ye û dinya guhdariya wan dike.
- 6
- Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike guhdariya me dike, lê yê ku ne ji Xwedê ye guhdariya me nake. Em bi vê yekê Ruhê rastiyê û ruhê derewîn nas dikin.
- Xwedê Hezkirin e
- 7
- Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike.
- 8
- Yê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e.
- 9
- Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn.
- 10
- Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir û Kurê xwe şand, ku di ber gunehên me de bibe berdêl.
- 11
- Hezkirîno, madem ku Xwedê bi vî awayî ji me hez kir, divê em jî ji hevdû hez bikin.
- 12
- Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye; eger em ji hevdû hez bikin, Xwedê bi me re dimîne û hezkirina wî bi me re bêkêmahî dibe.[a]
- 13
- Bi vê yekê em dizanin ku em bi wî re dimînin û ew bi me re dimîne, çimkî wî ji Ruhê xwe daye me.
- 14
- Me dît û em şahidiyê dikin ku Bav* Kurê xwe şand ku bibe Xilaskarê dinyayê.
- 15
- Eger yek bi eşkereyî bêje: «Îsa Kurê* Xwedê ye», Xwedê bi wî re dimîne û ew jî bi Xwedê re dimîne.
- 16
- Û em hezkirina Xwedê ya ku ji bo me ye dizanin û jê bawer dikin.
Xwedê hezkirin e û yê ku di hezkirinê de dimîne, bi Xwedê re dimîne û Xwedê bi wî re dimîne. - 17
- Hezkirin bi vî awayî di nav me de temam bûye, da ku di Roja Dawî de cesareta me hebe, çimkî ew çawa be, li vê dinyayê em jî wusa ne.
- 18
- Di hezkirinê de tirs tune, lê hezkirina temam tirsê ji dil derdixe; çimkî di tirsê de cefa heye û yê ku ditirse di hezkirinê de bêkêmahî nebûye.
- 19
- Em hez dikin, çimkî pêşî wî ji me hez kir.
- 20
- Eger yek bêje: «Ez ji Xwedê hez dikim» û ji birayê xwe nefret bike, derewkar e. Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike.
- 21
- Emrê ku me jê standiye ev e: Yê ku ji Xwedê hez dike, bila ji birayê xwe jî hez bike.
- a. 4:12 Yûhenna 1:18