Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Dozên di nav Bawermendan de
 - 1
 - Dema di nav we de doza yekî bi yekî din re hebe, çawa diwêre ku ne li ber pîrozan, lê li ber neheqan dozê veke?
 - 2
 - Ma hûn nizanin ku pîroz wê dîwana dinyayê bikin? Madem ku hûnê dîwana dinyayê bikin, ma hûn têrê nakin ku li ser dozên herî biçûk biryarê bidin?
 - 3
 - Ma hûn nizanin ku emê dîwana milyaketan bikin? Îcar tiştên rojane li ku derê dimînin?
 - 4
 - Îcar çaxê dozên tiştên vê dinyayê di nav we de hebin, ma hûn wan ên ku ji aliyê civînê ve kêm tên dîtin, ji bo dîwankirinê rûdinînin?
 - 5
 - Ji bo ku hûn şerm bibin, ez van dibêjim. Ma di nav we de yekî şehreza peyda nabe, ku bikare di navbera birayan de dadgeriyê bike?
 - 6
 - Lê bira li hember bira dozê vedike, hem jî li ber bêbaweran!
 - 7
 - Ya rast ji xwe li hember hevdû dozvekirina we, ji bo we bi tevahî binketin e. Ma ne çêtir e ku neheqî li we bê kirin? Ma ne çêtir e ku malê we bê xwarin?
 - 8
 - Lê belê hûn bi xwe neheqiyê dikin û malê kesên din dixwin. Hem jî hûn vê yekê bi birayên dikin.
 - 9
 - Ma hûn nizanin ku yên neheq Padîşahiya Xwedê mîras nastînin? Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest*, an zînakar, an qûnde, an qûngê,
 - 10
 - an diz, an çavbirçî, an serxweş, an çêrker an jî nijdevan, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.
 - 11
 - Û hin ji we weha bûn; lê belê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedayê me hûn hatin şuştin, pîrozkirin û rastdarkirin.
 - Bi Bedena Xwe Xwedê Bilind bikin
 - 12
 - «Ji bo min her tişt serbest e», lê belê her tişt ne bi kêr e. «Ji bo min her tişt serbest e», lê belê ez nabim bindestê tu tiştî.
 - 13
 - Xwarin ji bo zik e, zik jî ji bo xwarinê ye. Lê belê Xwedê wê hem zik û hem jî xwarinê wêran bike. Beden ne ji bo fuhûşê ye, lê ji bo Xudan e. Xudan jî ji bo bedenê ye.
 - 14
 - Xwedê hem Xudan rakir, hem jî wê bi hêza xwe me rake.
 - 15
 - Ma hûn nizanin ku bedenên we endamên Mesîh in? Ma ez endamên Mesîh bistînim û bikim endamên fahîşeyê? Na, tu caran!
 - 16
 - Ma hûn nizanin yê ku bi fahîşê ve bizeliqe, bi wê re dibe bedenek? Ji xwe hatiye gotin: «Herdu wê bibin bedenek.»[a]
 - 17
 - Lê yê ku bi Xudan ve bizeliqe, bi wî re dibe ruhek.
 - 18
 - Ji fuhûşê birevin. Her gunehê ku mirov bike, li derveyî bedenê ye, lê yê ku fuhûşê dike, li hember bedena xwe guneh dike.
 - 19
 - An ma hûn nizanin ku bedena we Perestgeha* Ruhê* Pîroz ê ku di hundirê we de ye, ku we ji Xwedê standiye? Hûn ne yên xwe bi xwe ne.[b]
 - 20
 - Çimkî hûn bi bihayekî hatin kirrîn; ji ber vê yekê Xwedê di bedena xwe de bilind bikin.
 

