Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Xizmeta Şandiyan 
1
Bila mirov me xizmetkarên Mesîh û şahneyên* sirên Xwedê bihesibînin.
2
Ne ev tenê, li vir ya ku ji şahneyan tê xwestin ew e ku ew mirovên dilsoz bin.
3
Îcar ji aliyê we ve an jî ji aliyê dadgeheke* mirovî ve, dîwana* min bê kirin, ji bo min tiştekî pirr biçûk e. Ez bi xwe jî dîwana xwe nakim.
4
Wijdana min rihet e, lê belê ev min bêsûc dernaxe. Dadgerê* min Xudan e.
5
Ji ber vê yekê, heta ku Xudan bê, beriya wext, dîwana tiştekî nekin. Xudan wê tiştên di tariyê de veşartî ronahî bike û niyeta dilan eşkere bike. Hingê pesnê her kesî wê ji Xwedê be.
6
Birano, ji bo qenciya we, ji bo ku ji we re bibe mînak min ev hemû li ser xwe û li ser Apolos anîn; da ku hûn ji me vê yekê hîn bibin: «Dernekevin derveyî ya nivîsandî», da ku kes ji bo yekî li hember yê din xwe mezin neke.
7
Ma kî te ji yê din ferq dike? Ma çiyê te heye ku te ji Xwedê nestandiye? Madem te standiye, nexwe çima wek ku te nestandiye tu pesnê xwe didî?
8
Ji xwe hûn têr bûne, ji xwe hûn dewlemend bûne. Bêyî me we dest bi hukumdariyê kir. Xwezî we hukumdarî bikira, da ku me jî bi we re hukumdarî bikira.
9
Çimkî ez dibêjim qey Xwedê em Şandî* kirin ên herî kêm, wek ên ku ji bo kuştina li ber hemûyan, hatine pêşanîn. Çimkî em ji dinyayê re, ji milyaket û mirovan re bûn temaşe.
10
Em di ber Mesîh de bêaqil in, lê hûn bi saya Mesîh bi aqil in. Em bêhêz in, lê hûn bihêz in. Hûn xweyî rûmet, lê em bêrûmet in.
11
Heta vê saetê em tî û birçî ne û bêcil in; li me tê xistin û em bê cih û war in.
12
Em bi destên xwe dixebitin û keda xwe didin. Gava ku çêrî* me tê kirin, em duayên xêrê dikin; gava tengahî li me tê kirin, em sebir dikin.
13
Gava ku buxtan li me tê kirin, em bi nermî dipeyivin. Heta niha em bûn mîna ziblê dinyayê û avriya her tiştî.
14
Ez van tiştan, ne ji bo ku we bidim şermkirin, lê ji bo ku ez wek zarokên xwe yên delal şîretan li we bikim dinivîsim.
15
Çimkî di baweriya Mesîh de, eger deh hezar perwerdekarên we hebin jî, gelek bavên we tunin; bi Mizgîniyê di baweriya Mesîh Îsa de ez bûm bavê we.
16
Loma ez hêvî ji we dikim ku hûn bibin mîna min.[a]
17
Ji ber vê yekê min Tîmotêyos* şand ba we. Ew bi saya Xudan zarokê min ê delal û dilsoz e. Ewê riyên min ên di baweriya Mesîh Îsa de bîne bîra we, yên ku ez li her derê, li her civîna* bawermendan hîn dikim.
18
Wek ku ezê neyêm ba we, hinek ji we poz bilind bûne.
19
Lê belê eger Xudan bixwaze, ezê di nêzîk de bêm ba we. Hingê ezê ne gotina wan ên ku poz bilind bûne, lê belê hêza wan bizanim.
20
Çimkî Padîşahiya* Xwedê ne bi gotinê ye, lê belê bi hêzê ye.
21
Hûn çi dixwazin? Ma ez bi dar bêm ba we, an ku bi hezkirin û ruhê nerm?
  1. a. 4:16 Korîntî I, 11:1; Filîpî 3:17