Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Mesîhê ku Hatiye Xaçkirin 
1
Birano, çaxê ku ez hatim ba we ku ez sira Xwedê ji we re diyar bikim, ez ne bi peyvên xemilandî an şehrezayî hatim.
2
Çimkî gava ku ez di nav we de bûm, min biryar da ku ez ji Îsa Mesîhê ku hatî xaçkirin pê ve tiştekî din nezanibim.
3
Ez bi qelsî û bi tirs hatim ba we; ez gelek jî dilerizîm.
4
Peyv û danezana min, ne bi qanîkirina peyvên şehrezayiyê, lê bi berçavanîna hêza Ruh bû,
5
da ku baweriya* we ne li ser şehrezayiya mirovan be, lê li ser hêza Xwedê be.
Şehrezayiya Rastîn 
6
Erê, em di nav yên gihîştî de şehrezayiyê dibêjin. Lê ev şehrezayî ne ya vê dinyayê ye û ne jî ya serokên wê ne, yên ku wê ji holê bên rakirin.
7
Lê belê em şehrezayiya Xwedê ya bi sir û veşartî dipeyivin, a ku Xwedê ji beriya dem û zemanan ve ji bo rûmeta me kifş kiriye.
8
Tu kesî ji serokên vê dinyayê bi vê nezanî. Eger bizanibûna, wê Xudanê rûmetê xaç nekirana.
9
Lê belê çawa ku hatiye nivîsîn:
«Tiştên ku çavan nedîtine û guhan nebihîstine[a]
Û di fikra mirov re derbas nebûne,
Xwedê ew ji bo wan ên ku ji wî hez dikin, amade kirine.»
10
Lê Xwedê ew bi Ruh ji me re kifş kirin. Çimkî Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole.
11
Ma tiştên mirov, ji ruhê mirov ê ku di hundirê mirov de ye pê ve, kî dizane? Wusa jî ji Ruhê* Xwedê pê ve, tu kes bi tiştên Xwedê nizane.
12
Îcar me ne ruhê dinyayê, lê belê Ruhê ku ji Xwedê tê stand, da ku em wan tiştên ku Xwedê ji me re kirine diyarî, bizanin.
13
Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirine dibêjin. Em tiştên ruhanî ji mirovên ruhanî re eşkere dikin.
14
Lê mirovê nefsanî tiştên Ruhê Xwedê qebûl nake, ev jê re bêaqilî ne. Nikare wan bizane jî, ji ber ku ev tişt bi riyên ruhanî tên fêmkirin.
15
Yê ruhanî dikare her tiştî fêm bike, lê ew ji aliyê tu kesî ve nayê fêm kirin.
16
«Ma kê bi fikra Xudan zaniye
Ku hînî wî bike?»[b]
Lê fikra Mesîh bi me re ye.
  1. a. 2:9 Ji: Îşaya 64:4
  2. b. 2:16 Ji: Îşaya 40:13