Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Ji Pûtperestiyê Dûr Bin 
1
Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê yekê bêhay bin, ku bav û kalên me hemû di bin ewr de bûn û hemû di deryayê re derbas bûn [a]
2
û hemû di ewr de û di deryayê de imad* bûn ku bibin yên Mûsa û
3
hemûyan eynî xwarina ruhanî xwar û[b]
4
hemûyan eynî vexwarina ruhanî vexwar. Çimkî ji lata ruhanî ya ku li pey wan dihat vedixwarin. Û ev lat Mesîh bû.[c]
5
Lê belê Xwedê ji pirraniya wan razî nebû, loma termê wan li çolê hatin raxistin.[d]
6
Niha ev bûyer ji bo me bûn mînak, da wek ku dilê wan çû tiştên xerab, dilê me jî neçe tiştên xerab.[e]
7
Wek hinekan ji wan, hûn nebin pûtperest*; çawa ku hatiye nivîsîn: «Gel li ser xwarin û vexwarinê rûnişt û rabû da lotikan.»[f]
8
Em fuhûşiyê nekin, wek hinekan ji wan fuhûşî kir û di rojekê de bîst û sê hezar kes ketin.[g]
9
Û em Mesîh neceribînin wek ku hinekan ji wan kir û ji aliyê maran ve hatin helakkirin.[h]
10
Pitepit nekin wek ku hinekan ji wan kir pitepit û ji aliyê helakker ve hatin helakkirin.[i]
11
Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn.
12
Ji ber vê yekê, yê ku guman dike ku qayîm disekine, bila hay ji xwe hebe, ku nekeve!
13
Hûn ji tiştên mirovî pê ve neketin tu ceribandinên din. Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin*, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne.
14
Ji ber vê yekê hezkirîno, ji pûtperestiyê birevin.
15
Ez wek ku ji kesên aqilmend re dibêjim, dipeyivim. Ya ku ez dibêjim, biwezinînin.
16
Kasa pîroziyê ya ku em pîroz dikin, ma ne hevpariya xwîna Mesîh e? Nanê ku em dişikênin, ma ne hevpariya bedena Mesîh e?[j]
17
Madem ku nan yek e, bi ser ku em gelek in jî em bedenek in. Çimkî em hemû ji nanekî parê distînin.
18
Li gelê Îsraêl binêrin, ma yên ku goriyan dixwin ne hevparên gorîgehê ne?[k]
19
Nexwe ez çi dibêjim? Ma goriya ku ji pûtan re tê dayîn tiştek e? An jî pût tiştek e?
20
Na! Ez vê dibêjim, pûtperest qurbanên xwe ne ji Xwedê re, lê belê ji cinan re pêşkêş dikin. Îcar ez naxwazim ku hûn bi cinan re bibin hevpar.[l]
21
Hûn nikarin hem ji kasa Xudan û hem ji kasa cinan vexwin. Hûn nikarin hem ji sifra Xudan û hem ji sifra cinan parê bistînin.
22
Ma em dixwazin Xudan hêrs bikin? Ma em ji wî hêzdartir in?
Azadiya Bawermendan 
23
«Her tişt serbest e», lê belê her tişt ne bi feyde ye. «Her tişt serbest e», lê belê her tişt ava nake.
24
Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere.
25
Her tiştê ku li çarşiya qesaban tê firotin, bêyî ku ji bo wijdanê hûn lê bipirsin, bixwin.
26
«Çimkî erd û hemû tiştên ku tê de ne, yên Xudan in.»[m]
27
Eger yekî ku baweriyê nayne gazî we bike û hûn bixwazin herin, her tiştê ku danîn ber we, bêyî ku hûn ji bo wijdanê lê bipirsin, bixwin.
28
Lê eger yek ji we re bêje: «Ev goştê goriyê ye», ji bo yê ku vê dibêje û ji bo wijdanê nexwin.
29
Çaxê ez li ser wijdanê dibêjim, ne li ser ya te, lê ez li ser ya mirovê din dibêjim. Gelo çima wijdana yekî din, azadiya min dadbar* bike?
30
Eger ez bi spasî dixwim, nexwe çima ji ber tiştê ku min ji bo wî spas kiriye, ez bêm sûcdarkirin?
31
Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.
32
Ne ji bo Cihûyan, ne ji bo miletên din û ne jî ji bo civîna bawermendan a Xwedê, nebin sedemê terpilînê*,
33
çawa ku ez jî di her tiştî de dilê hemûyan xweş dikim. Ez ne li feyda xwe digerim, lê ez li feyda gelekan digerim da ku ew rizgar bibin.
  1. a. 10:1 Derketin 13:21-22; 14:22-29
  2. b. 10:3 Derketin 16:35
  3. c. 10:4 Derketin 17:6; Hejmartin 20:11
  4. d. 10:5 Hejmartin 14:29-30
  5. e. 10:6 Hejmartin 11:4
  6. f. 10:7 Ji: Derketin 32:6
  7. g. 10:8 Hejmartin 25:1-18
  8. h. 10:9 Hejmartin 21:5-6
  9. i. 10:10 Hejmartin 16:41-49
  10. j. 10:16 Metta 26:26-28
  11. k. 10:18 Qanûna Kahîntiyê 7:6
  12. l. 10:20 Dubarekirina Şerîetê 32:17
  13. m. 10:26 Ji: Zebûr 24:1; 50:12; 89:11