Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Ji Pûtperestiyê Dûr Bin
 - 1
 - Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê yekê bêhay bin, ku bav û kalên me hemû di bin ewr de bûn û hemû di deryayê re derbas bûn [a]
 - 2
 - û hemû di ewr de û di deryayê de imad* bûn ku bibin yên Mûsa û
 - 3
 - hemûyan eynî xwarina ruhanî xwar û[b]
 - 4
 - hemûyan eynî vexwarina ruhanî vexwar. Çimkî ji lata ruhanî ya ku li pey wan dihat vedixwarin. Û ev lat Mesîh bû.[c]
 - 5
 - Lê belê Xwedê ji pirraniya wan razî nebû, loma termê wan li çolê hatin raxistin.[d] 
 - 6
 - Niha ev bûyer ji bo me bûn mînak, da wek ku dilê wan çû tiştên xerab, dilê me jî neçe tiştên xerab.[e]
 - 7
 - Wek hinekan ji wan, hûn nebin pûtperest*; çawa ku hatiye nivîsîn: «Gel li ser xwarin û vexwarinê rûnişt û rabû da lotikan.»[f]
 - 8
 - Em fuhûşiyê nekin, wek hinekan ji wan fuhûşî kir û di rojekê de bîst û sê hezar kes ketin.[g]
 - 9
 - Û em Mesîh neceribînin wek ku hinekan ji wan kir û ji aliyê maran ve hatin helakkirin.[h]
 - 10
 - Pitepit nekin wek ku hinekan ji wan kir pitepit û ji aliyê helakker ve hatin helakkirin.[i]
 - 11
 - Ev tiştên ha bi mînaktî hatin serê wan û ji bo ku ji me yên ku gihîştin dawiya deman re bibin şîret, hatine nivîsîn.
 - 12
 - Ji ber vê yekê, yê ku guman dike ku qayîm disekine, bila hay ji xwe hebe, ku nekeve!
 - 13
 - Hûn ji tiştên mirovî pê ve neketin tu ceribandinên din. Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin*, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne.
 - 14
 - Ji ber vê yekê hezkirîno, ji pûtperestiyê birevin.
 - 15
 - Ez wek ku ji kesên aqilmend re dibêjim, dipeyivim. Ya ku ez dibêjim, biwezinînin.
 - 16
 - Kasa pîroziyê ya ku em pîroz dikin, ma ne hevpariya xwîna Mesîh e? Nanê ku em dişikênin, ma ne hevpariya bedena Mesîh e?[j]
 - 17
 - Madem ku nan yek e, bi ser ku em gelek in jî em bedenek in. Çimkî em hemû ji nanekî parê distînin.
 - 18
 - Li gelê Îsraêl binêrin, ma yên ku goriyan dixwin ne hevparên gorîgehê ne?[k]
 - 19
 - Nexwe ez çi dibêjim? Ma goriya ku ji pûtan re tê dayîn tiştek e? An jî pût tiştek e?
 - 20
 - Na! Ez vê dibêjim, pûtperest qurbanên xwe ne ji Xwedê re, lê belê ji cinan re pêşkêş dikin. Îcar ez naxwazim ku hûn bi cinan re bibin hevpar.[l]
 - 21
 - Hûn nikarin hem ji kasa Xudan û hem ji kasa cinan vexwin. Hûn nikarin hem ji sifra Xudan û hem ji sifra cinan parê bistînin.
 - 22
 - Ma em dixwazin Xudan hêrs bikin? Ma em ji wî hêzdartir in?
 - Azadiya Bawermendan
 - 23
 - «Her tişt serbest e», lê belê her tişt ne bi feyde ye. «Her tişt serbest e», lê belê her tişt ava nake.
 - 24
 - Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere.
 - 25
 - Her tiştê ku li çarşiya qesaban tê firotin, bêyî ku ji bo wijdanê hûn lê bipirsin, bixwin.
 - 26
 - «Çimkî erd û hemû tiştên ku tê de ne, yên Xudan in.»[m]
 - 27
 - Eger yekî ku baweriyê nayne gazî we bike û hûn bixwazin herin, her tiştê ku danîn ber we, bêyî ku hûn ji bo wijdanê lê bipirsin, bixwin.
 - 28
 - Lê eger yek ji we re bêje: «Ev goştê goriyê ye», ji bo yê ku vê dibêje û ji bo wijdanê nexwin.
 - 29
 - Çaxê ez li ser wijdanê dibêjim, ne li ser ya te, lê ez li ser ya mirovê din dibêjim. Gelo çima wijdana yekî din, azadiya min dadbar* bike?
 - 30
 - Eger ez bi spasî dixwim, nexwe çima ji ber tiştê ku min ji bo wî spas kiriye, ez bêm sûcdarkirin?
 - 31
 - Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.
 - 32
 - Ne ji bo Cihûyan, ne ji bo miletên din û ne jî ji bo civîna bawermendan a Xwedê, nebin sedemê terpilînê*,
 - 33
 - çawa ku ez jî di her tiştî de dilê hemûyan xweş dikim. Ez ne li feyda xwe digerim, lê ez li feyda gelekan digerim da ku ew rizgar bibin.
 
- a. 10:1 Derketin 13:21-22; 14:22-29
 - b. 10:3 Derketin 16:35
 - c. 10:4 Derketin 17:6; Hejmartin 20:11
 - d. 10:5 Hejmartin 14:29-30
 - e. 10:6 Hejmartin 11:4
 - f. 10:7 Ji: Derketin 32:6
 - g. 10:8 Hejmartin 25:1-18
 - h. 10:9 Hejmartin 21:5-6
 - i. 10:10 Hejmartin 16:41-49
 - j. 10:16 Metta 26:26-28
 - k. 10:18 Qanûna Kahîntiyê 7:6
 - l. 10:20 Dubarekirina Şerîetê 32:17
 - m. 10:26 Ji: Zebûr 24:1; 50:12; 89:11
 

