Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr, ji bo roja Sebtê lavij.
- 1
- Ya Xudan, ji te re spaskirin,
Ey Yê Herî Berz, bi lavijan pesnê navê te dayin, - 2
- Serê sibê kerema te,
Her şev dilsoziya te, - 3
- Bi tembûra deh têl, bi çeng û bi lîrê,
Bi dengê bi aheng îlankirin, çi xweş e! - 4
- Çimkî ya Xudan, te bi karê xwe ez şa kirim,
Li ber karên destê te, ez bi şahî lavijan dibêjim. - 5
- Karên te çi mezin in, ya Xudan!
Û çiqas kûr in ramanên te! - 6
- Zilamê evdal nizane,
Û yê ehmaq, vê fêm nake. - 7
- Wek giya şînbûna xeraban,
Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan,
Ji bo her û her hilweşîna wan e. - 8
- Belê tu ya Xudan, tu her û her berz î.
- 9
- Va ye, dijminên te ya Xudan,
Va ye, wê dijminên te tune bibin,
Hemû yên sûcdar, wê belav bibin. - 10
- Te ez bi qasî gakuviyekî hêzdar kirim,
Rûnê teze bi serê min de rêt. - 11
- Çavên min, ketina dijminên min dîtin,
Gohên min, şikestina dijminên min bihîstin. - 12
- Zilamê rastdar, wê wek dara xurmê geş bibe,
Wek dara Sedir a Lubnanê mezin bibe. - 13
- Ew li mala Xudan hatine danîn,
Wê li hewşa Xwedayê me şitil bidin. - 14
- Wê di pîrbûna xwe de jî meyve bidin,
Ewê terr û şîn bin. - 15
- Ewê nîşan bidin ku Xudan rast e!
Zinarê me ew e, li ba wî neheqî tune.