Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Maskîla Dawid e.
- 1
- Bêaqil, di dilê xwe de got,"Xwedê tune!"
Mirov xera bûn, karên xerab serê xwe hildan û çûn,
Kesî ku qenciyê bike tune. - 2
- Xwedê ji ezmanan li mirovan nêrî,
Ka gelo yekî jîr û li Xwedê digere heye. - 3
- Hemû averê bûn,
Bi hev re murdar bûn,
Kesî ku qenciyê dike tune.
Tenê kesek! - 4
- Yên ku fesadiyê dikin, ma nizanin?
Ku ew gelê min wek nan dixwin,
Û ew bangî Xwedê nakin. - 5
- Ewê, li dera ku tirs lê tune pirr bitirsin,
Çimkî wê Xwedê, hestiyên yên ku dor li te pêçane bişikîne,
Ewê şermî bibin, çimkî Xwedê ew ji xwe avêtin. - 6
- Xwezî rizgariya Îsraêlê ji Siyonê bihata!
Gava ku Xwedê gelê xwe ji surgûnê bi şûn ve bîne,
Wê Aqûb şa be û Îsraêl di şahiyê de bimîne.