Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Kirina Tiştên Qenc
- 1
- Bîne bîra wan ku desthilatiya serok û hukûmetan qebûl bikin, bi ya wan bikin û ji bo her karê qenc amade bin.
- 2
- Bila çêrî kesî nekin, şerûd nebin, nerm bin û ji hemû mirovan re berbiwêr bin.
- 3
- Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.
- 4
- Lê çaxê ku qencî û hezkirina Xilaskarê me Xwedê xuya bû,
- 5
- wî em, ne ji ber kirinên rast ên ku me kirine, lê li gor rehma xwe, em bi şuştina jinûveçêbûnê û bi nûkirina Ruhê* Pîroz xilas kirin.
- 6
- Xwedê, bi destê Xilaskarê me Îsa Mesîh, ew Ruh bi zêdehî bi ser me de rijand,
- 7
- da ku bi kerema wî em rastdar derkevin û li gor wê hêviyê em bibin wêrisên jiyana herheyî.
- 8
- Ev peyv dilsoz e.
Ez dixwazim ku tu li ser van tiştan rawestî, da ku yên bawerî bi Xwedê tînin, girîngiyê bidin kirinên qenc. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bi kêr in. - 9
- Lê tu xwe ji devjeniyên bêaqil, navnameyên malbatî, şer û pevçûnên li ser Şerîetê* dûr bixe. Çimkî ev bêkêr û pûç in.
- 10
- Piştî ku te carek du caran şîret kir, xwe ji mirovê cudaker dûr bixe. \v 11 Tu dizanî ku yekî weha ji rê derketiye, gunehkar e û wî bi xwe, xwe sûcdar derxistiye.
- Gotinên Dawî û Silav
- 12
- Gava ez Artemas an Tixîkos* bişînim ba te, bilezîne, da ku tu bêyî Nîkopolîsê ba min. Çimkî min biryar da ku ez zivistanê li wir derbas bikim.
- 13
- Xîret bike, Zênasê qanûnzan û Apolos bi rê bixe, hay jê hebe ku tu kêmahiya wan nebe.
- 14
- Bila yên me jî hîn bibin ku xwe bidin kirinên qenc, da ku ji bo hewcedariyên pêwist bikarin bidin û bêber nemînin.
- 15
- Hemû yên ku bi min re ne silavan li te dikin. Silavan li wan ên ku di baweriyê de ji me hez dikin, bike. Kerem li ser we hemûyan be.