Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Hînkirina Saxlem
- 1
- Lê heçî tu yî, çi li hîndariya saxlem tê, tu wê bêje.
- 2
- Ji zilamên pîr re bêje bila di hedê xwe de bin, giran û sergiran bin û di bawerî, hezkirin û bîhnfirehiyê de saxlem bin.
- 3
- Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin.
- 4
- Bi vî awayî bila jinên ciwan terbiye bikin, ku ji mêrê xwe û zarokên xwe hez bikin,
- 5
- sergiran bin, dilpak bin, mala xwe baş îdare bikin, qenc bin û bi ya mêrê xwe bikin, da ku çêrî peyva Xwedê neyê kirin.
- 6
- Bi vî awayî, şîretan li xortan jî bike ku sergiran bin.
- 7
- Di her tiştî de ji bo kirinên qenc bibe mînak. Di hînkirina xwe de durust û giran be,
- 8
- bila tu kes nekare rexne li peyva te bigire, wusa ku yên li hember me ne, şermî bibin û tiştekî xerab ê ku li ser me bêjin tunebe.
- 9
- Ji xulaman re bêje ku bi ya axayên xwe bikin û di her tiştî de li wan xweş bên û bersîva wan nedin.
- 10
- Nedizin, dilsoziyeke tam û baş nîşan bidin, da ku di her tiştî de hînkirina Xilaskarê me Xwedê bê xemilandin.
- 11
- Çimkî kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû
- 12
- û me perwerde dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn
- 13
- û li benda hêviya pîroz* û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bimînin.
- 14
- Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.
- 15
- Bi hemû desthilatiyê van tiştan hîn bike, wan bişidîne û bala wan bikişîne ser sûcê wan. Bila tu kes te kêm nebîne.