Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Yên ku Xwedê Bijartine
- 1
- Ez yê Mesîh, rastiyê dibêjim, ez derewan nakim û wijdana min jî bi Ruhê Pîroz vê yekê ji min re erê dike:
- 2
- Xemgîniyeke min a mezin û di dilê min de êşeke bêrawestin heye.
- 3
- Çimkî min dixwest ku ez ji dêl birayên xwe, hemnîjadên xwe red bibûma û ji Mesîh dûr biketama.
- 4
- Ew Îsraêlî ne; kurîtî, rûmet, peyman*, dayîna Şerîetê, perizîn* û soz ên wan in.
- 5
- Bav û kal, yên wan in û li gor bedenê Mesîh ji wan e. Mesîh li ser hemûyan e, Xwedayê her û her pîroz e. Amîn*.
- 6
- Lê ev nayê wê manê ku peyva Xwedê pûç derketiye. Çimkî hemû yên ku ji dûndana* Îsraêl in, ne Îsraêlî ne.
- 7
- Ew ji dûndana Birahîm* bin jî, hemû ne zarokên wî ne. Lê hatiye gotin: «Ji Îshaq* dûndana te wê zêde bibe.»[a]
- 8
- Yanî ne zarokên bedenê zarokên Xwedê ne, lê belê zarokên sozê dûndan tên hesibandin.
- 9
- Çimkî gotina sozê ev bû: «Saleke din, di vê demê de ezê vegerim û wê kurekî Sara hebe.»[b]
- 10
- Ne bi tenê ev, lê zarokên Rebeka* jî ji yek bavî, ji bavê me Îshaq bûn.
- 11
- -12 Hê ku zarok çênebûbûn û tiştekî qenc an xerab nekiribûn, ji wê re hat gotin ku: «Yê mezin wê ji yê biçûk re xulamtiyê bike.»[c] Ev wusa çêbû, da ku mebesta bijartina Xwedê ne li gor kirinan, lê li gor gazîkirina wî be.
- 13
- Wek ku hatiye nivîsîn: «Min ji Aqûb* hez kir, lê ji Esaw* nefret kir.»[d]
- 14
- Îcar em çi bêjin? Ma gelo neheqî li ba Xwedê heye? Na, tu caran!
- 15
- Çimkî ew ji Mûsa* re dibêje:
«Yê ku ez rehmê lê dikim, ezê rehmê lê bikim
Û yê ku dilê min pê dişewite, wê pê bişewite.»[e] - 16
- Îcar ev ne bi xwestin û bezîna mirov, lê belê bi rehma Xwedê ye.
- 17
- Çimkî di Nivîsara Pîroz de ji Firewn* re weha tê gotin: «Ji bo vê yekê min tu rakirî, da ku ez hêza xwe li ser te nîşan bidim û navê min li seranserê dinyayê bê danbihîstin.»[f]
- 18
- Loma ew bixwaze rehmê li kê bike, dike û bixwaze dilê kê hişk bike, hişk dike.
- Xezeb û Dilovaniya Xwedê
- 19
- Îcar tê ji min re bêjî: «Nexwe çima Xwedê hê li qusûra mirov dinêre? Ma kî dikare li hember daxwaza wî raweste?»
- 20
- Lê camêr, tu kî yî ku tu li hember Xwedê bersîvê didî? Gelo tiştê ku ji herriyê hatiye çêkirin, ji yê ku ew çêkiriye re dibêje: «Te çima ez weha çêkirim?»[g]
- 21
- Ma desthilatiya cerçêker li ser herriyê tune ku ji eynî loda herriyê firaxekê ji bo karên bi rûmet û yeke din jî ji bo karên bêrûmet çêke?
- 22
- Eger Xwedê ji ber ku dixwest xezeba xwe nîşan bide û hêza xwe bide zanîn, bi bîhnfirehiyeke mezin li hember wan firaxên ku hêjayî xezebê ne û ji bo helakbûnê amade ne, ragirtibe*, em çi bêjin?
- 23
- Wî wusa kir, da ku dewlemendiya rûmeta xwe ji firaxên rehmê re bide zanîn, yên ku wî ji berê ve ew ji bo rûmetê amade kirin.
- 24
- Em jî di nav wan de ne, yên ku wî ne tenê ji nav Cihûyan, lê ji nav miletên din jî gazî kirin.
- 25
- Wek ku ew di nivîsara Hoşêya pêxember de jî dibêje:
«Ji yên ku ne gelê min in re ezê bêjim: ‹Gelê min›
Û ji ya heznekirî re ezê bêjim: ‹Hezkiriya min.›»[h] - 26
- Û «li dera ku ji wan re hatiye gotin: ‹Hûn ne gelê min in›,
Li wê derê wê ji wan re bê gotin: ‹Zarokên Xwedayê jîndar.›»[i] - 27
- Îşaya* pêxember jî li ser Îsraêl weha diqîre: «Hejmara zaryên* Îsraêl bi qasî seylaka* ber deryayê be jî, bi tenê jêmayiyeke wan wê xilas bibe.
- 28
- Çimkî Xudan wê fermana xwe zûka û bi carekê ser rûyê erdê pêk bîne.»[j]
- 29
- Wek ku Îşaya ji berê ve gotiye: «Eger Xudanê Ordiyan ji me re dûndanek nehişta, emê bibûna wek Sodomê û bimînana Gomorayê.»[k] [l]
- Bêbaweriya Îsraêl
- 30
- Îcar em çi bêjin? Ew miletên ku li pey rastdariyê neçûn, gihîştin rastdariyê, yanî gihîştin wê rastdariya ku ji baweriyê tê.
- 31
- Lê gelê Îsraêl ê ku li pey şerîeta ku rastdariyê pêşkêş dike diçû, negihîşt wê şerîetê.
- 32
- Çima? Ji ber ku ew ne bi baweriyê, lê belê wek ku wê bi kirinan çêbe lê geriyan. Ew li kevirê terpilînê ketin û terpilîn*.
- 33
- Wek ku hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez li Siyonê* kevirekî terpilînê,
Lateke hilterpilînê datînim.
Lê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»[m]
- a. 9:7 Ji: Destpêkirin 21:12
- b. 9:9 Ji: Destpêkirin 18:10, 14
- c. 9:11-12 Ji: Destpêkirin 25:23
- d. 9:13 Ji: Melaxî 1:2-3
- e. 9:15 Ji: Derketin 33:19
- f. 9:17 Ji: Derketin 9:16
- g. 9:20 Îşaya 29:16; 45:9
- h. 9:25 Ji: Hoşêya 2:23
- i. 9:26 Ji: Hoşêya 1:10
- j. 9:27-28 Ji: Îşaya 10:22-23
- k. 9:29 Ji: Îşaya 1:9
- l. 9:29 Destpêkirin 19
- m. 9:33 Ji: Îşaya 8:14; 28:16