Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Xêrxwazî
- 1
- «Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê* we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe.
- 2
- Loma, çaxê ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê û di kinîştan* de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
- 3
- Îcar çaxê ku tu xêrê bikî, bila destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê çi dike,
- 4
- da ku xêra te veşartî be. Bavê* te yê ku tiştê veşartî tê kirin jî dibîne, wê bergîdana* te bide te.
- Duakirin
- 5
- «Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî ew hez* dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
- 6
- Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê* xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
- 7
- «Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan* gotinên pûç pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan* wê bên bihîstin.
- 8
- Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê* we hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.
- 9
- «Hûn bi vî awayî dua bikin:
Bavê me yê li ezmanan,
Navê te pîroz* be.[a] - 10
- Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên,
Bila li ser rûyê erdê jî bê cih. - 11
- Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
- 12
- Û li deynên me bibihûre,
Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine. - 13
- Û me nebe ceribandinê,
Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn*.[b] - 14
- Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê* we yê li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre.
- 15
- Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî li sûcên we nabihûre.
- Rojîgirtin
- 16
- «Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
- 17
- Lê çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide û serçavê xwe bişo,
- 18
- da ku mirov nebînin ku tu bi rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
- Xezîna li Ezmanan
- 19
- «Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin, ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û didizin.
- 20
- Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir ne zeng û bizûzk dikarin wê xera bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin.
- 21
- Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
- Çiraya Bedenê
- 22
- «Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê tevahiya bedena te bibe ronahî.
- 23
- Lê eger çavê te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya di dilê te de tarî ye, ew çi tariyeke mezin e!
- Xulamtiya ji Du Axayan re
- 24
- «Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez* bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.[c]
- Xeman Nexwin
- 25
- «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û beden jî ne di ser lixwekirinê re ye?
- 26
- Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne?
- 27
- Îcar kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?
- 28
- «Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin.
- 29
- Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman* jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin.
- 30
- Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno?
- 31
- Loma xeman nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî ‹Emê çi li xwe bikin?›
- 32
- Pûtperest* li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in.
- 33
- Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya* Xwedê û li rastdariya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn.
- 34
- Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.
- a. 6:9 Bi gotineke din: «Bila mirov qedrê navê te yê pîroz (bimbarek) bigire». Binêre: Hezekiyêl 36:23.
- b. 6:13 Di hin destnivîsaran de ev tune: «Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn.»
- c. 6:24 Bi Yewnanî: «Mamon»; mana vê ev e: «Malê dinyayê, pere, dewlemendiya vê dinyayê».