Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Stêrnasên ji Rojhilat
- 1
- Îcar di dema Hêrodês* padîşah de, çaxê Îsa* li Beytlehma Cihûstanê* çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê*
- 2
- û pirsîn: «Ka padîşahê Cihûyan ê ku çêbûye li ku derê ye? Me li Rojhilat stêra wî dît û em hatin ku biperizin* wî.»
- 3
- Gava ku Hêrodês padîşah ev yek bihîst, ew û hemû Orşelîm jî pê re bizdiya.
- 4
- Wî hemû serekên kahînan* û Şerîetzan* li hevdû civandin û ji wan pirsî, ka Mesîh* wê li ku derê çêbe.
- 5
- Wan jê re got: «Li Beytlehma Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember* weha hatiye nivîsîn:
- 6
- ‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda*!
Tu di nav serwerên Cihûda de bi tu awayî ne ya herî kêm î.
Çimkî ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike wê ji te rabe!›[a] » - 7
- Li ser vê yekê Hêrodês bi dizî gazî stêrnasan kir û ji wan qenc hîn bû ku stêr kengê xuya bûye.
- 8
- Di pey de wî ew şandin Beytlehmê û ji wan re got: «Herin û qenc li zarok bigerin. Gava ku we ew dît, haya min pê bixin, da ku ez jî bêm û biperizim* wî.»
- 9
- Piştî bihîstina gotina padîşah ew ketin riya xwe. Ew stêra ku li Rojhilat dîtibûn li pêşiya wan çû, heta li ser cihê ku zarok lê bû rawesta.
- 10
- Gava ku wan jî stêr dît, bi şahiyeke mezin dilgeş bûn.
- 11
- Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn* û murê* pêşkêşî wî kirin.
- 12
- Piştî ku di xewna xwe de hatin tembîhkirin, da ku venegerin ba Hêrodês, ew di riyeke din re çûn welatê xwe.
- Revîna ber bi Misrê ve
- 13
- Piştî çûyîna stêrnasan, milyaketekî Xudan* di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje.»
- 14
- Hingê Ûsiv rabû, rahişt zarok û diya wî û bi şev çû Misrê
- 15
- û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Ev çêbû, da ew peyva* ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih: «Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.»[b]
- Kuştina Zarokan
- 16
- Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê, fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist.
- 17
- Hingê ew peyva* ku bi devê Yêremya* pêxember hatibû gotin hat cih:
- 18
- «Ji Ramayê dengek hat bihîstin,
Şîn û girîn û li xwe xistin!
Rahêl* ji bo zarokên xwe digirî
Û ew naxwaze bê aşkirin.
Çimkî êdî ew tunin.»[c] - Vegerîna ji Misrê
- 19
- Piştî ku Hêrodês mir, milyaketekî Xudan li Misrê di xewnê de li Ûsiv xuya bû
- 20
- û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û vegere welatê Îsraêlê, çimkî ew ên ku li kuştina zarok digeriyan mirin.»
- 21
- Îcar Ûsiv rabû, zarok û diya wî hildan û vegeriyan welatê Îsraêlê.
- 22
- Lê gava wî bihîst ku Arxêlayos* di cihê bavê xwe Hêrodês de li ser Cihûstanê* bûye padîşah, ew tirsiya ku here wê derê. Piştî ku di xewnê de hat tembîhkirin, bi aliyê herêma Celîlê* ve çû.
- 23
- Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxemberan hatibû gotin, bê cih: «Wê ji wî re yê Nisretî bê gotin».