Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Li hember Cihêtiyê Rawestin
- 1
- Birayên min, hûn ên ku baweriyê bi Xudanê me yê bi rûmet Îsa Mesîh tînin, cihêtiyê nexin nav mirovan.
- 2
- Mesela, eger yekî bi gustîlka zêrîn û bi cilên şewqdar bê civîna we û yekî belengaz jî bi cilên qirêjî bê
- 3
- û hûn xatirê wî yê ku cilên şewqdar wergirtine bigirin û bêjin: «Kerem ke, li vir, li jor rûne» û ji yê belengaz re bêjin: «Li vir raweste» an: «Li ber lingên min rûne»,
- 4
- ma hûn hingê di nav xwe de cihêtiyê nakin û nabin dadgerên* fikirxerab?
- 5
- Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?
- 6
- Lê belê, we yê belengaz bêrûmet kir. Ma yên ku serdestiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Ma ne ew in ku we dikişînin ber dadgehan*?
- 7
- Ma ne ew in ku çêrî wî navê qenc dikin, ku li we hatiye kirin?
- 8
- Eger hûn li gor Nivîsara* Pîroz a ku dibêje: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike»[a] , Şerîeta Padîşahiyê pêk bînin, hûn qenc dikin.
- 9
- Lê eger hûn cihêtiyê bixin nav mirovan, hûn guneh dikin û hûnê ji aliyê Şerîetê ve sûcdar bên derxistin.
- 10
- Çimkî kî ku tevahiya Şerîetê pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e.
- 11
- Çimkî yê ku gotiye: «Zînayê neke», gotiye: «Nekuje» jî.[b] Îcar, eger tu zînayê nekî, lê tu bikujî, te Şerîet şikandiye.
- 12
- Wek wan ên ku wê bi şerîeta ku azadiyê dide bên dîwankirin*, weha bipeyivin û bikin.
- 13
- Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.
- Bawerî û Kirin
- 14
- Birayên min, eger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî tunin, hingê çi feyde heye? Ma ew bawerî dikare wî xilas bike?
- 15
- Eger birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane be
- 16
- û yek ji we ji wan re bêje: «Bi xêr û silamet herin, germ bibin û têr bibin», lê hûn hewcedariya wan a bedenê nedin wan, hingê çi feyde heye?
- 17
- Bi vî awayî baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye.
- 18
- Lê belê yek wê bêje: «Baweriya te heye, kirinên min hene!» Bê kirinên xwe baweriya xwe nîşanî min bide û ezê bi kirinên xwe ve baweriya xwe nîşanî te bidim.
- 19
- Ma tu bawer dikî ku Xwedê yek e? Tu qenc dikî. Cin jî bawer dikin – û dilerizin.
- 20
- Ey mirovê bêhiş, ma tu dixwazî ku ji te re bê eşkerekirin, baweriya bêyî kirinan, bêkêr e?
- 21
- Ma bavê me Birahîm*, gava ku kurê xwe Îshaq* li ser gorîgehê* pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe rastdar derket?[c]
- 22
- Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî re dixebitî û baweriya wî bi kirinên wî temam bû.
- 23
- Bi vî awayî gotina vê nivîsarê hat cih: «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin»[d] û jê re dostê Xwedê hat gotin.[e]
- 24
- Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê.
- 25
- Bi vî awayî, Rexaba* fahîşe jî gava ku nêrevan* qebûl kirin û ew di riyeke din re şandin, ma ew ne bi kirinan rastdar derket?[f]
- 26
- Îcar çawa ku bedena bê ruh mirî ye, wusa jî baweriya bê kirinan be, mirî ye.
- a. 2:8 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:18
- b. 2:11 Ji: Derketin 20:13, 14; Dubarekirina Şerîetê 5:17, 18
- c. 2:21 Destpêkirin 22:1-14
- d. 2:23 Ji: Destpêkirin 15:6
- e. 2:23 Romayî 4:3; Galatî 3:6
- f. 2:25 Yêşû 2:1-21; 6:22-25