Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Ji Mirinê Derbasbûna Jiyanê
- 1
- Hûn jî ji ber neheqî û gunehên xwe mirî bûn.[a]
- 2
- Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn.
- 3
- Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn.
- 4
- Lê Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e, ji ber hezkirina xwe ya mezin a ku bi wê ji me hez kir,
- 5
- hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn.
- 6
- Xwedê em di şexsê Mesîh Îsa de bi wî re rakirin û li cihên ezmanî bi wî re dan rûniştin.
- 7
- Wî ev yek kir, da ku dewlemendiya kerema xwe ya bêsînor bi wê qenciya ku bi Mesîh Îsa ji bo me ye, di demên ku bên de nîşan bide.
- 8
- Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye.
- 9
- Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede.
- 10
- Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.
- Yekîtiya bi Mesîh
- 11
- Loma bînin bîra xwe – hûn ên ku li gor bedenê milet in – ku hûn demekê ji aliyê wan ên ku bi dest di bedenê de hatine sinetkirin* û ji xwe re sinetbûyî dibêjin ve, «sinetnebûyî» dihatin gotin.
- 12
- Di wê demê de hûn bê Mesîh bûn, hûn ji hemwelatiya gelê Îsraêl der û ji peymanên* sozê re xerîb, li dinyayê bê hêvî û bê Xwedê bûn.
- 13
- Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne.
- 14
- Çimkî aştiya* me ew e; wî herdu, Cihû û miletên din kirin yek û bi bedena xwe dîwarê navbirkê, yanî dijminahî hilweşand.
- 15
- Wî Şerîet* bi emir û qeydeyên wê ve betal kir, da ku di şexsê xwe de ji herduyan, ji Cihû û ji miletên din, mirovekî nû biafirîne û bi wî awayî aştiyê çêke[b]
- 16
- û bi xaçê herduyan di yek bedenê de bi Xwedê re li hev bîne û bi vê yekê dijminahiyê bikuje.[c]
- 17
- Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da.[d]
- 18
- Çimkî bi rêberiya wî em herdu dikarin bi yek Ruhî derkevin ber Bav*.
- 19
- Îcar êdî hûn ne xerîb û biyanî ne, lê belê hûn hemwelatiyên pîrozan û maliyên Xwedê ne.
- 20
- Hûn li ser bingeha Şandî* û pêxemberan* avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye.
- 21
- Bi wî hemû avahî hevdû digire û ji bo ku bi Xudan bibe perestgeheke pîroz, mezin dibe.
- 22
- Bi wî hûn jî bi hev re di Ruh de tên avakirin, da ku hûn bibin warê Xwedê.