Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Mamosteyên Derewîn
- 1
- Ruh bi eşkereyî dibêje ku di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan.
- 2
- Ew hînkirin ji wan ên ku wijdana wan bi durûtiya derewkaran hatiye daxdan, derdikeve.
- 3
- Ew nahêlin ku mirov bizewicin û dixwazin ku mirov xwe ji wan xwarinan dûr bixin, yên ku Xwedê afirandine, da ku ew ji aliyê bawermend û rastîzanan ve bi şikirdarî bên standin.
- 4
- Her tiştê ku Xwedê afirandiye qenc e û eger bi şikirî bê qebûlkirin, ne hewce ye tu tişt bê redkirin,
- 5
- çimkî ew bi peyva Xwedê û bi duayê, pîroz dibe.
- Xizmetkarê Qenc ê Mesîh Îsa
- 6
- Eger tu van tiştan raxî ber çavên birayan, tê bibî xizmetkarekî qenc ê Mesîh Îsa û tê bi wan peyvên baweriyê û bi hîndariya qenc a ku tu li pey çûyî, bêyî xweyîkirin.
- 7
- Lê xwe ji çîrokên nepak û yên pîrejinan dûr bixe. Xwe di jiyana xwedayî* de perwerde bike.
- 8
- Çimkî îdmana bedenî bi kêrî hindik tiştî tê, lê jiyana xwedayî bi kêrî her tiştî tê; soza wê hem ji bo jiyana vê dinyayê û hem jî ji bo jiyana wê dinyayê heye.
- 9
- Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye.
- 10
- Ji bo vê yekê em dixebitin û li ber xwe didin, çimkî me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar ve girêdaye, ku Xilaskarê hemû mirovan e, bi taybetî yê bawermendan e.
- 11
- Van tiştan tembîh bike û hîn bike.
- 12
- Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak.
- 13
- Heta ku ez bêm, xwe bidê ku tu ji wan re nivîsarên pîroz bixwînî, şîretan li wan bikî û hîn bikî.
- 14
- Çaxê rihspiyan destên xwe danîn ser te, diyariyeke ruhanî bi pêxemberîtiyê ji te re hat dayîn. Xemsariyê li wê neke!
- 15
- Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be.
- 16
- Hay ji xwe û ji hînkirina xwe hebe. Di nav wan de berdewam bike, çimkî eger tu wusa bikî, tê hem xwe û hem jî guhdarên xwe xilas bikî.