Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Peyva Jiyanê
- 1
- Ev Peyva* ku em bi we didin bihîstin, Peyva jiyanê ye. Ew ji destpêkê ve hebû, me bihîstiye, me bi çavên xwe dîtiye, me lê nêriye û dest daye wê.[a]
- 2
- Ev jiyan xuya bû, me ew dît û em jê re şahidiyê dikin û em wê jiyana herheyî ya ku bi Bav* re bû û ji me re xuya bû, bi we didin zanîn.[b]
- 3
- Tiştê ku me dîtiye û bihîstiye, em bi we jî didin zanîn, da ku hevpariya we jî bi me re hebe. Bi rastî hevpariya me bi Bav* û bi Kurê wî Îsa Mesîh re ye.
- 4
- Em van tiştan ji we re dinivîsin, da ku şahiya me temam be.
- Xwedê Ronahî Ye
- 5
- Tiştê ku me ji wî bihîstiye û peyva* ku em dixwazin bi we bidin bihîstin ev e: Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune ye.
- 6
- Eger em bêjin: «Hevpariya me bi wî re heye» û hê jî em di tariyê de rêve herin, em derewan dikin û li gor rastiyê nakin.
- 7
- Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.
- 8
- Eger em bêjin: «Gunehê me tune», em xwe dixapînin û rastî bi me re tune.
- 9
- Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.
- 10
- Eger em bêjin: «Me guneh nekiriye», em wî derewker dikin û peyva wî bi me re tune.