Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
Bible
- Xizmeta Şandiyan
- 1
- Bila mirov me xizmetkarên Mesîh û şahneyên* sirên Xwedê bihesibînin.
- 2
- Ne ev tenê, li vir ya ku ji şahneyan tê xwestin ew e ku ew mirovên dilsoz bin.
- 3
- Îcar ji aliyê we ve an jî ji aliyê dadgeheke* mirovî ve, dîwana* min bê kirin, ji bo min tiştekî pirr biçûk e. Ez bi xwe jî dîwana xwe nakim.
- 4
- Wijdana min rihet e, lê belê ev min bêsûc dernaxe. Dadgerê* min Xudan e.
- 5
- Ji ber vê yekê, heta ku Xudan bê, beriya wext, dîwana tiştekî nekin. Xudan wê tiştên di tariyê de veşartî ronahî bike û niyeta dilan eşkere bike. Hingê pesnê her kesî wê ji Xwedê be.
- 6
- Birano, ji bo qenciya we, ji bo ku ji we re bibe mînak min ev hemû li ser xwe û li ser Apolos anîn; da ku hûn ji me vê yekê hîn bibin: «Dernekevin derveyî ya nivîsandî», da ku kes ji bo yekî li hember yê din xwe mezin neke.
- 7
- Ma kî te ji yê din ferq dike? Ma çiyê te heye ku te ji Xwedê nestandiye? Madem te standiye, nexwe çima wek ku te nestandiye tu pesnê xwe didî?
- 8
- Ji xwe hûn têr bûne, ji xwe hûn dewlemend bûne. Bêyî me we dest bi hukumdariyê kir. Xwezî we hukumdarî bikira, da ku me jî bi we re hukumdarî bikira.
- 9
- Çimkî ez dibêjim qey Xwedê em Şandî* kirin ên herî kêm, wek ên ku ji bo kuştina li ber hemûyan, hatine pêşanîn. Çimkî em ji dinyayê re, ji milyaket û mirovan re bûn temaşe.
- 10
- Em di ber Mesîh de bêaqil in, lê hûn bi saya Mesîh bi aqil in. Em bêhêz in, lê hûn bihêz in. Hûn xweyî rûmet, lê em bêrûmet in.
- 11
- Heta vê saetê em tî û birçî ne û bêcil in; li me tê xistin û em bê cih û war in.
- 12
- Em bi destên xwe dixebitin û keda xwe didin. Gava ku çêrî* me tê kirin, em duayên xêrê dikin; gava tengahî li me tê kirin, em sebir dikin.
- 13
- Gava ku buxtan li me tê kirin, em bi nermî dipeyivin. Heta niha em bûn mîna ziblê dinyayê û avriya her tiştî.
- 14
- Ez van tiştan, ne ji bo ku we bidim şermkirin, lê ji bo ku ez wek zarokên xwe yên delal şîretan li we bikim dinivîsim.
- 15
- Çimkî di baweriya Mesîh de, eger deh hezar perwerdekarên we hebin jî, gelek bavên we tunin; bi Mizgîniyê di baweriya Mesîh Îsa de ez bûm bavê we.
- 16
- Loma ez hêvî ji we dikim ku hûn bibin mîna min.[a]
- 17
- Ji ber vê yekê min Tîmotêyos* şand ba we. Ew bi saya Xudan zarokê min ê delal û dilsoz e. Ewê riyên min ên di baweriya Mesîh Îsa de bîne bîra we, yên ku ez li her derê, li her civîna* bawermendan hîn dikim.
- 18
- Wek ku ezê neyêm ba we, hinek ji we poz bilind bûne.
- 19
- Lê belê eger Xudan bixwaze, ezê di nêzîk de bêm ba we. Hingê ezê ne gotina wan ên ku poz bilind bûne, lê belê hêza wan bizanim.
- 20
- Çimkî Padîşahiya* Xwedê ne bi gotinê ye, lê belê bi hêzê ye.
- 21
- Hûn çi dixwazin? Ma ez bi dar bêm ba we, an ku bi hezkirin û ruhê nerm?
- a. 4:16 Korîntî I, 11:1; Filîpî 3:17