Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Erdê Nû û Ezmanê Nû 
1
Hingê min erdekî nû û ezmanekî nû dîtin; çimkî ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn û êdî derya tunebû.[a]
2
Min dît ku Bajarê Pîroz, Orşelîma nû wek bûka ku ji bo mêrê xwe hatiye xemilandin, ji nav ezmên ji Xwedê dihat xwarê.
3
Û min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: «Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be.[b]
4
Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn.»[c]
5
Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: «Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.» Û got: «Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in».
6
Û ji min re got: «Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me. Ezê ji kaniya ava jiyanê belaş bidim yê ku tî bûye.[d]
7
Yê ku bi ser bikeve wê ji van tiştan parê bistîne û ezê Xwedayê wî bim û ewê kurê min be.[e]
8
Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest* û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»
Bajarê Orşelîma Nû 
9
Milyaketek ji wan heft milyaketan hat, yên ku heft piyanên bi heft belayên dawî tije bi wan re bûn, bi min re peyivî û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te bidim, bûka ku ji bo Berx e.»
10
Îcar wî ez bi Ruh birim çiyayekî mezin û bilind û Bajarê Pîroz Orşelîm nîşanî min da, ku ji nav ezmên ji ba Xwedê dihat xwarê.[f]
11
Di nav wî de rûmeta Xwedê şewq dida; ronahiya wî wek kevirê hêja bû, wek kevirê yêşîm yê ku ronahî tê re xuya dike.
12
Dîwarê wî yê mezin û bilind hebû, diwanzdeh dergeh û li ber dergehan diwanzdeh milyaket hebûn. Li ser dergehan navên her diwanzdeh eşîrên kurên Îsraêl nivîsî bûn.
13
Ji aliyê rojhilat ve sê dergeh û ji aliyê bakur ve sê dergeh û ji aliyê başûr ve sê dergeh û ji aliyê rojava ve sê dergeh hebûn.[g]
14
Diwanzdeh bingehên dîwarê bajêr hebûn û li ser wan, diwanzdeh navên diwanzdeh Şandiyên Berx nivîsî bûn.
15
Û di destê wî milyaketê ku bi min re dipeyivî de ji bo pîvandinê qamîşekî zêrîn hebû, da ku bajêr, dergehên wî û dîwarê wî bipîve.
16
Çar riknên bajêr hebûn, dirêjahiya bajêr wek pehnahiya wî bû. Wî bajar bi qamîş pîva, diwanzdeh hezar meydan bû; dirêjahî, pehnahî û bilindahiya wî wek hev bûn.[h]
17
Wî dîwarê bajêr pîva û li gor pîvana milyaket a ku mirov wê bi kar tîne, sed û çil û çar gaz* bû.[i]
18
Û dîwar ji yêşîm hatibû çêkirin û bajar zêrê xasê mîna cama safî bû.
19
Bingehên dîwarê bajêr, bi her cûreyê kevirên hêja hatibûn xemilandin. Bingeha pêşî yêşîm, ya diduyan safîr, ya sisiyan eqîqê gewr, ya çaran zimrûd,
20
ya pêncan eqîqê spî, ya şeşan eqîqê sor, ya heftan yaqûtê zer, ya heştan zimrûdê şîn, ya nehan zeberced, ya dehan zimrûdê zer, ya yanzdehan yaqûtê şîn, ya diwanzdehan yaqûtê binefşî bû.
21
Diwanzdeh dergeh diwanzdeh dur bûn, her dergehek ji durekê bû û kolana bajêr zêrê xas ê wek cama zelal bû.[j]
22
Min di bajêr de Perestgeh nedît; çimkî Xudan Xwedayê karîndarê her tiştî û Berx Perestgeha wî ne.
23
Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê wî ronahî dike û Berx çira wî ye.[k]
24
Milet wê di ronahiya wî de rêve herin û padîşahên dinyayê wê rûmeta xwe bînin nav wî.
25
Tu rojan dergehên wî nayên girtin, çimkî li wê derê nabe şev.[l]
26
Wê rûmet û serbilindahiya miletan bînin nav wî.
27
Lê qet tiştekî murdar nakeve nav bajêr. Û yên ku pîsîtiyê dikin û derewan dikin jî, nakevin nav wî. Bi tenê yên ku di kitêba Berx ya jiyanê de hatine nivîsîn wê bikevin nav wî.[m]
  1. a. 21:1 Îşaya 65:17; Petrûs II, 3:13
  2. b. 21:3 Qanûna Kahîntiyê 26:11; Hezekiyêl 37:28
  3. c. 21:4 Îşaya 25:8
  4. d. 21:6 Alfa û Omêga: Herfên pêşî û paşî yên alfabeya Yewnanî.
  5. e. 21:7 Zebûr 89:26-27
  6. f. 21:10 Hezekiyêl 40:2
  7. g. 21:12-13 Hezekiyêl 48:30-35
  8. h. 21:16 12000 meydan ji 2200 km bêtir in.
  9. i. 21:17 144 gaz li dor 70 metre ne.
  10. j. 21:18-21 Îşaya 54:11-12
  11. k. 21:23 Îşaya 60:19-20
  12. l. 21:24-25 Îşaya 60:3, 11
  13. m. 21:27 Hezekiyêl 44:9