Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 99 
1
Xudan serweriya xwe dajo, bila bilerizin gel!
Ew li ser Kerûbiyan li text e,
Bila bilerize erd.
2
Xudan li Siyonê mezin e,
Li ser tevahiya gelan li jor e.
3
Bila her kes pesnê navê te yê mezin û bi bizdan bide!
Ew pîroz e.
4
Ey padîşahê hêzdar û dadhez,
Tu wekheviyê ava dikî,
Di nîjada Aqûb de, te rastdarî û dadperwerî pêk anî.
5
Xudanê me, Xwedê berz bikin,
Li ber pêpelûka lingê wî biperizin!
Ew pîroz e.
6
Mûsa û Harûn kahînên wî bûn,
Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin,
Wan bang kir Xudan,
Wî ew bersîvandin.
7
Wî di stûna ewr de ji wan re got,
Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan,
Bi cih anî.
8
Ya Xudan, Xwedayê me, te bi xwe ew bersîvandin;
Her çi, te ji karên ku kirin tol sitand jî,
Tu li hember wan Xwedayek bexişkar bûyî.
9
Xwedayê me Xudan berz bikin,
Li çiyayê wî yê pîroz herin ser çokan,
Çimkî Xwedayê me Xudan pîroz e.