Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 99
- 1
- Xudan serweriya xwe dajo, bila bilerizin gel!
 Ew li ser Kerûbiyan li text e,
 Bila bilerize erd.
- 2
- Xudan li Siyonê mezin e,
 Li ser tevahiya gelan li jor e.
- 3
- Bila her kes pesnê navê te yê mezin û bi bizdan bide!
 Ew pîroz e.
- 4
- Ey padîşahê hêzdar û dadhez,
 Tu wekheviyê ava dikî,
 Di nîjada Aqûb de, te rastdarî û dadperwerî pêk anî.
- 5
- Xudanê me, Xwedê berz bikin,
 Li ber pêpelûka lingê wî biperizin!
 Ew pîroz e.
- 6
- Mûsa û Harûn kahînên wî bûn,
 Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin,
 Wan bang kir Xudan,
 Wî ew bersîvandin.
- 7
- Wî di stûna ewr de ji wan re got,
 Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan,
 Bi cih anî.
- 8
- Ya Xudan, Xwedayê me, te bi xwe ew bersîvandin;
 Her çi, te ji karên ku kirin tol sitand jî,
 Tu li hember wan Xwedayek bexişkar bûyî.
- 9
- Xwedayê me Xudan berz bikin,
 Li çiyayê wî yê pîroz herin ser çokan,
 Çimkî Xwedayê me Xudan pîroz e.

