Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 93 
1
Xudan serweriyê dajo, bi rewnaqî rapêçandî,
Hêzê li xwe kiriye, bi hêzê rapêçandî.
Dinya zexim hatiye avakirin, naleqe.
2
Textê te, ji demên kevin ve hatiye avakirin,
Tu ji beriya destpêkê ve heyî.
3
Lehî radibin, ya Xudan,
Lehî bi rabûna xwe dikin gurmîn,
Lehî pêlên xwe bilind dikin.
4
Xudanê li jor,
Ji gurmîna avên mezin,
Ji pêlên deryayê yên har hêzdartir e.
5
Şîretên te pirr dilsoz in;
Her û her ya Xudan,
Pîrozî bi mala te dikeve.