Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr, ji bo roja Sebtê lavij. 
1
Ya Xudan, ji te re spaskirin,
Ey Yê Herî Berz, bi lavijan pesnê navê te dayin,
2
Serê sibê kerema te,
Her şev dilsoziya te,
3
Bi tembûra deh têl, bi çeng û bi lîrê,
Bi dengê bi aheng îlankirin, çi xweş e!
4
Çimkî ya Xudan, te bi karê xwe ez şa kirim,
Li ber karên destê te, ez bi şahî lavijan dibêjim.
5
Karên te çi mezin in, ya Xudan!
Û çiqas kûr in ramanên te!
6
Zilamê evdal nizane,
Û yê ehmaq, vê fêm nake.
7
Wek giya şînbûna xeraban,
Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan,
Ji bo her û her hilweşîna wan e.
8
Belê tu ya Xudan, tu her û her berz î.
9
Va ye, dijminên te ya Xudan,
Va ye, wê dijminên te tune bibin,
Hemû yên sûcdar, wê belav bibin.
10
Te ez bi qasî gakuviyekî hêzdar kirim,
Rûnê teze bi serê min de rêt.
11
Çavên min, ketina dijminên min dîtin,
Gohên min, şikestina dijminên min bihîstin.
12
Zilamê rastdar, wê wek dara xurmê geş bibe,
Wek dara Sedir a Lubnanê mezin bibe.
13
Ew li mala Xudan hatine danîn,
Wê li hewşa Xwedayê me şitil bidin.
14
Wê di pîrbûna xwe de jî meyve bidin,
Ewê terr û şîn bin.
15
Ewê nîşan bidin ku Xudan rast e!
Zinarê me ew e, li ba wî neheqî tune.