Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Duaya Dawid.
- 1
- Ya Xudan, gohê xwe xwar ke û bersîv bide min,
 Çimkî ez bindest û belengaz im.
- 2
- Canê min biparêze, çimkî ez peywirê te me.
 Ey Xwedê, tu xelas ke evdê xwe yê bi te ewle!
- 3
- Li min were rehmê ya Reb,
 Çimkî ez ji te re lava dikim tevahiya rojê.
- 4
- Tu canê evdê xwe şa ke,
 Çimkî ya Reb, ez canê xwe ji bo te bilind dikim.
- 5
- Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î,
 Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.
- 6
- Goh bide dua min ya Xudan,
 Bibihîze lavakirina min!
- 7
- Di roja teng de ez bangî te dikim,
 Çimkî, tu didî bersîva min.
- 8
- Ya Reb, di nav îlahan de tunin yên mîna te,
 Ne jî karên wek karên te.
- 9
- Ya Xudan, hemû miletên ku te afirandine wê werin,
 Biperizin te, li ber te bigerin,
 Û ewê berzî bidin navê te.
- 10
- Çimkî tu mezin î û karên nedîtî dikî,
 Xwedayê tenê tu yî.
- 11
- Ya Xudan, riya xwe hînî min bike,
 Ez li gor rastiya te bimeşim,
 Dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te.
- 12
- Ya Reb Xwedayê min, ez bi hemû dilê xwe spas dikim ji te re,
 Ezê navê te her û her berz bikim.
- 13
- Çimkî mezin e, kerema te ya ji bo min,
 Ji diyarê miriyan ên kûr, te xelas kir canê min.
- 14
- Ey Xwedê, qure li hember min rabûn,
 Garana zordaran li kuştina min geriya,
 Û wan tu nehesibandin,
- 15
- Herçî tu yî, ya Reb,
 Tu dilovan û keremdar î,
 Kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î.
- 16
- Li min bizivire û li min were rehmê,
 Hêza xwe bide evdê xwe,
 Xelas bike kurê qewraşa xwe.
- 17
- Nîşanek qenciyê bi min bide dîtin;
 Da ku yên ji min nefret dikin, bibînin û şerm bikin;
 Çimkî tu ya Xudan, tu ji min re bûyî alîkar û xemrevîn,

