Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Duaya Dawid. 
1
Ya Xudan, gohê xwe xwar ke û bersîv bide min,
Çimkî ez bindest û belengaz im.
2
Canê min biparêze, çimkî ez peywirê te me.
Ey Xwedê, tu xelas ke evdê xwe yê bi te ewle!
3
Li min were rehmê ya Reb,
Çimkî ez ji te re lava dikim tevahiya rojê.
4
Tu canê evdê xwe şa ke,
Çimkî ya Reb, ez canê xwe ji bo te bilind dikim.
5
Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î,
Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.
6
Goh bide dua min ya Xudan,
Bibihîze lavakirina min!
7
Di roja teng de ez bangî te dikim,
Çimkî, tu didî bersîva min.
8
Ya Reb, di nav îlahan de tunin yên mîna te,
Ne jî karên wek karên te.
9
Ya Xudan, hemû miletên ku te afirandine wê werin,
Biperizin te, li ber te bigerin,
Û ewê berzî bidin navê te.
10
Çimkî tu mezin î û karên nedîtî dikî,
Xwedayê tenê tu yî.
11
Ya Xudan, riya xwe hînî min bike,
Ez li gor rastiya te bimeşim,
Dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te.
12
Ya Reb Xwedayê min, ez bi hemû dilê xwe spas dikim ji te re,
Ezê navê te her û her berz bikim.
13
Çimkî mezin e, kerema te ya ji bo min,
Ji diyarê miriyan ên kûr, te xelas kir canê min.
14
Ey Xwedê, qure li hember min rabûn,
Garana zordaran li kuştina min geriya,
Û wan tu nehesibandin,
15
Herçî tu yî, ya Reb,
Tu dilovan û keremdar î,
Kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î.
16
Li min bizivire û li min were rehmê,
Hêza xwe bide evdê xwe,
Xelas bike kurê qewraşa xwe.
17
Nîşanek qenciyê bi min bide dîtin;
Da ku yên ji min nefret dikin, bibînin û şerm bikin;
Çimkî tu ya Xudan, tu ji min re bûyî alîkar û xemrevîn,