Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Asaf. 
1
Bi rastî jî, Xwedê ji Îsraêlê re,
Ji dilpaqijan re qenc e.
2
Belê lingên min, li ber terpilînê bûn,
Gavên min li ber şemitînê.
3
Çimkî min, gava firehiya xeraban dît,
Ez ji qûreyan hesidîm.
4
Di mirina wan de êş nîne,
Bedenên wan dermalekirî ne.
5
Ew bi derdê kesî nizanin,
Wek mirov belayê nakşînin.
6
Loma quretî wek gerdenzêra wan e,
Zordarî kincê nixamtina wan e.
7
Ji qelewî çavê wan dike bifetiqe,
Xerabî ji hundirê wan difûre.
8
Bi mirovan tinazên xwe dikin,
Ji xedarî bi xerabiyê re dipeyivin, ji jor ve diaxivin.
9
Devê xwe li hember ezman vedikin,
Zimanê wan li erdê digere.
10
Loma xelq li wan dizivire,
Dev li hewa mayî, peyvên wan gohdarî dike.
11
Dibêjin ku, "Ma Xwedê çawa dizane?
Ma Yê Berz bi çi dizane?"
12
Binêr, weha ne, yên xerab,
Hergav rihet in, serweta xwe zêde dikin.
13
Ya rast, min dilê xwe beredayî paqij kiriye,
Bi bêsûcî destê xwe şûştiye.
14
Çimkî her roj bela hatin serê min,
Her sibeh min ezab kişand.
15
Eger min bigota, "Ez jî wek wan bipeyivim,"
Hingê min bi zarokên te re xayintî kiribû.
16
Ez fikirîm, ka ez çawa aqil dibim vê yekê,
Û ev li ber çavê min zor hat,
17
Dema ez ketim perestgeha Xwedê;
Hingê min fêm kir encama xeraban,
18
Ya rast, tê wan deynî derên şemitok,
Û wan kaşkî xerabûnê.
19
Çawa di hilmekê de xera bûn,
Bi tirs û sawê, bi tevahî çûn!
20
Ji bo yekî ku ji xewê hişyar dibe, xewn çi be,
Çaxê tu jî hişyar bî, Ya Reb,
Tê kêm bibînî, dîdara wan.
21
Çimkî dilê min êşiya,
Hundirê min tahl bû.
22
Heçî ez im, bêaqil û nezan,
Li pêşberî te ez bûm mîna heywan.
23
Belê ez hergav bi te re me,
Te bi destê min ê rastê girt.
24
Bi şîreta xwe rê nîşanî min didî,
Dû re min digihînî berziya xwe.
25
Li ezmanan kiyî min heye?
Xên ji te, ez kesî din naxwazim li ser rûyê erdê.
26
Bedena min û dilê min dihele,
Belê hêza dilê min,
Û para min hergav Xwedê ye.
27
Çimkî, va ye yên ji te dûr in tune dibin,
Tê, hemû yên ku ji te diqetîn û ne dilsoz in, tune bikî.
28
Belê nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e;
Ji bo ku ez hemû karên te bidim bihîstin
Min Reb Xudan ji xwe re kir star.