Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Asaf.
 - 1
 - Bi rastî jî, Xwedê ji Îsraêlê re,
Ji dilpaqijan re qenc e. - 2
 - Belê lingên min, li ber terpilînê bûn,
Gavên min li ber şemitînê. - 3
 - Çimkî min, gava firehiya xeraban dît,
Ez ji qûreyan hesidîm. - 4
 - Di mirina wan de êş nîne,
Bedenên wan dermalekirî ne. - 5
 - Ew bi derdê kesî nizanin,
Wek mirov belayê nakşînin. - 6
 - Loma quretî wek gerdenzêra wan e,
Zordarî kincê nixamtina wan e. - 7
 - Ji qelewî çavê wan dike bifetiqe,
Xerabî ji hundirê wan difûre. - 8
 - Bi mirovan tinazên xwe dikin,
Ji xedarî bi xerabiyê re dipeyivin, ji jor ve diaxivin. - 9
 - Devê xwe li hember ezman vedikin,
Zimanê wan li erdê digere. - 10
 - Loma xelq li wan dizivire,
Dev li hewa mayî, peyvên wan gohdarî dike. - 11
 - Dibêjin ku, "Ma Xwedê çawa dizane?
Ma Yê Berz bi çi dizane?" - 12
 - Binêr, weha ne, yên xerab,
Hergav rihet in, serweta xwe zêde dikin. - 13
 - Ya rast, min dilê xwe beredayî paqij kiriye,
Bi bêsûcî destê xwe şûştiye. - 14
 - Çimkî her roj bela hatin serê min,
Her sibeh min ezab kişand. - 15
 - Eger min bigota, "Ez jî wek wan bipeyivim,"
Hingê min bi zarokên te re xayintî kiribû. - 16
 - Ez fikirîm, ka ez çawa aqil dibim vê yekê,
Û ev li ber çavê min zor hat, - 17
 - Dema ez ketim perestgeha Xwedê;
Hingê min fêm kir encama xeraban, - 18
 - Ya rast, tê wan deynî derên şemitok,
Û wan kaşkî xerabûnê. - 19
 - Çawa di hilmekê de xera bûn,
Bi tirs û sawê, bi tevahî çûn! - 20
 - Ji bo yekî ku ji xewê hişyar dibe, xewn çi be,
Çaxê tu jî hişyar bî, Ya Reb,
Tê kêm bibînî, dîdara wan. - 21
 - Çimkî dilê min êşiya,
Hundirê min tahl bû. - 22
 - Heçî ez im, bêaqil û nezan,
Li pêşberî te ez bûm mîna heywan. - 23
 - Belê ez hergav bi te re me,
Te bi destê min ê rastê girt. - 24
 - Bi şîreta xwe rê nîşanî min didî,
Dû re min digihînî berziya xwe. - 25
 - Li ezmanan kiyî min heye?
Xên ji te, ez kesî din naxwazim li ser rûyê erdê. - 26
 - Bedena min û dilê min dihele,
Belê hêza dilê min,
Û para min hergav Xwedê ye. - 27
 - Çimkî, va ye yên ji te dûr in tune dibin,
Tê, hemû yên ku ji te diqetîn û ne dilsoz in, tune bikî. - 28
 - Belê nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e;
Ji bo ku ez hemû karên te bidim bihîstin
Min Reb Xudan ji xwe re kir star. 

