Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Zebûra Dawid. 
1
Ey Xwedê, feryada min bibihîze,
Goh bide dua min. ­­­
2
Gava ku dilê min dixeriqe,
Ez bangî te dikim ji vî kujê dinê.
Tu min derxe wî zinarê ku ez nagihîjimê,
3
Çimkî tu ji bo min bûyî star,
Li hember dijmin bûyî birceke hêzdar.
4
Li konê te ez her û her rûnêm,
Xwe bavêjim bin siya bazkê te.
5
Ey Xwedê, te sozdanên min bihîst,
Mîrasa yên ku ji navê te ditirsin, te da min.
6
Tu rojan, li rojên padîşah zêde ke,
Bila salên wî bibin sedsal!
7
Bila li pêş Xwedê hergav rûnê,
Tu wî, bi kerem û rastiya xwe biparêze!
8
Hingê ezê ji navê te re hergav lavijan bêjim,
Û her roj sozên xwe bînim cih.