Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi meqamê Yedûtûn, Zebûra Dawid. 
1
Canê min, tenê bi aramî li benda Xwedê ye,
Rizgariya min bi wî ye.
2
Ew e zinar û rizgariya min,
Birca min a bilind ew e, ez nahejim.
3
Wek dîwarek xwarbûyî, wek sêncek ji ciyê xwe çûyî,
Heta kîngê, hemû bi hev re,
Ji bo pelçiqandinê,
Hûnê êrîş bikin ser wî?
4
Tenê ew, wî ji şerefa wî xistinê dişêwirin.
Ji derew zewk distînin.
Bi devê xwe xêr û dûa dikin,
Di dilê xwe de nalet dikin.
5
Ey canê min, tu tenê bi aramî Xwedê bipê,
Çimkî hêviya min ew e.
6
Zinar û hêviya min ew e,
Birca min a bilind ew e, ez nahejim.
7
Rizgarî û berziya min bi Xwedê ye,
Zinarê hêza min, dera stara min Xwedê ye.
8
Ey gelê min, hergav tu bi wî ewle be,
Dilê xwe birêje ber wî,
Çimkî Xwedê stargeha me ye.
9
Zarokên xelqê tenê hilmek in,
Beyzade jî derew,
Gava ku ketin mêzînê,
Herdû jî siviktir in ji hilmê.
10
Pişta xwe nedin zordariyê, pesnê xwe nedin bi talanê,
Serwet zêde bibe jî, dilê xwe pê ve girê nedin.
11
Xwedê carekê got,
Min ev du car bihîst:
Hêz ya Xwedê ye,
12
Kerem jî ya te ye, ya Reb!
Çimkî li gor karê wan, tu bergîdanê didî hemû kesan.