Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, di meqamê "Xera Neke" de Mîktama Dawid.
- 1
- Ey desthilatdarno, ma hûn edaleta rast dibêjin?
 Ma hûn, mirov bi rastiyê dadbar dikin?
- 2
- Na! Hûn bi dil neheqiyê dikin,
 Li nav welat, hûn zordariya destê xwe datînin mêzînê.
- 3
- Xerab hê ji malzaroka dê xerab in,
 Bi bûyina xwe re derew dibêjin, averê dibin.
- 4
- Jehra wan wek jehra mar e.
 Gohê xwe digirin, wek koremarên kerr in.
- 5
- Ew koremar ku,
 Dengê efsûnkar û sêrbazên hunermend nabihîze.
- 6
- Ey Xwedê, tu bişikêne diranê devê wan,
 Ya Xudan, bişikêne kêlbên şêran!
- 7
- Bila wek ava ku diherike, nemînin.
 Bila serê tîrê wan şikandî be, gava ku kevanê xwe dişidînin.
- 8
- Bila bibin wek şeytanokê ku dihelin û diçin.
 Wek zarokê ji ber jinê çûyî, rûyê rojê nebînin.
- 9
- Hê ku beroşên wan, agirê striyan nebihîstine,
 Çi terr û çi jî hişk, wê bi bagerê bipengizin.
- 10
- Zilamê rast, wê bi dîtina tolsîtandînê şa be,
 Wê bi xwîna xeraban lingên xwe bişo.
- 11
- Hingê wê mirov bêjin: "Rast e, perrûya yê rast heye,
 Rast e, Xwedayek ku dinê dadbar dike heye."

