Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi bilûrê, Zebûra Dawid e. 
1
Goh bide gotinên min, ya Xudan,
Axînên min bibihîze.
2
Feryada min bibihîze, ey Padîşah û Xwedayê min!
Çimkî, ji te re ye dua min.
3
Serê sibê tu dibîhîzî dengê min, ya Xudan,
Her sibe ji te re dua dikim, bi hêvî li benda te dimînim.
4
Çimkî tu ne ew Xweda yî ku ji xerabiyê hez dike,
Xerabî li ba te cih nake.
5
Pozbilind li pêş te cih nabînin,
Hemû gunehkar nefreta te dibînin,
6
Tu derewkaran dikî tune,
Ji zilamê xwîndar û hîlekar,
Ya Xudan, tu çiqas aciz î, hawar!
7
Belê ezê, bi wê kerema te ya mezin,
Di hundirê mala te kevim,
Bi tirs serî li ber perestgeha te ya pîroz deynim.
8
Ya Xudan, ji ber dijminên min,
Di rastdariya xwe de rê nîşanî min bide,
Riya xwe rast bike li ber min.
9
Çimkî rastî ji devê wan dernakeve,
Tije xerabî ye dilê wan,
Gora vekirî ye gewriya wan,
Tenê xwe xweşkirin e ya wan.
10
Ya Xwedê, wan sûcdar derîne!
Bike ku planên wan hilweşin.
Berî wan de, ji ber serhildanên wan ên bêhejmar,
Çimkî ew li hember te bûn serhildar.
11
Her kesê ku xwe davêje te bila şa be,
Bila herdem şa û dilgeş be.
Çimkî tu diparêzî wan.
Hezkiriyên navê te, bila têr şabin bi te.
12
Çimkî, tu yê rast pîroz dikî, ya Xudan,
Bi kerema xwe dora wan tije dikî, wek mertalan.