Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Maskîla kurên Korah e.
 - 1
 - Ey Xwedê, me bi gohên xwe bihîst,
Bav û kalên me ji me re gotin,
Ka te çi kiriye di rojên wan de, di dema borî de. - 2
 - Te bi destê xwe berda miletan,
Û ew bi cih kirin li şûna wan;
Te şikand miletan,
Belê firehî anî ji bo wan. - 3
 - Wan welat bi şûr nestand,
Wan xwe rizgar nekir bi baz û bendan.
Belê ev, bi destê te yê rastê û bi milê te, bi dîdara ronahiya te çêbû;
Çimkî te ji wan hez kir. - 4
 - Ey Xwedê, tu yî padîşahê min,
Emir bike, rizgarbûna Aqûb! - 5
 - Bi saya te emê belav bikin dijminên xwe,
Bi navê te emê bipelçiqînin hemberên xwe. - 6
 - Çimkî ez ne bawer im bi kevanê xwe,
Şûrê min jî min rizgar nake; - 7
 - Lê te em xelas kirin ji dijminên me,
Şermî kir, yên ku nefret dikin ji me. - 8
 - Her roj em pesnê Xwedê didin,
Ji navê te re her û her spas dikin. - 9
 - Lê niha te em berdan, em riswa kirin,
Bi ordiyên me re, tu naçî şer. - 10
 - Li hember dijmin te em şûn ve şandin,
Yên ku ji me nefret dikin, em şêlandin. - 11
 - Te em kirin wek miya ku tê şerjêkirin,
Û te em li nav miletan belav kirin. - 12
 - Te pirr erzan firot gelê xwe,
Û bi buhayê wan kar nekir. - 13
 - Te em kirin rûreşên cîranan,
Tinaz û pêkeniya, yên der û dora me. - 14
 - Te em kirin zimanê miletan,
Xelq dikenin bi halê me tevan. - 15
 - Rezaleta min, tevê rojê li ber çavan,
Ji şerman ez ketime bin erdan. - 16
 - Yê ku li min neheqiyê dike û dide çêran,
Dijminê ku li heyfê digere, rawestî li hember min. - 17
 - Ev hemû hatin serê me,
Dîsa jî me te jibîr nekir,
Bi peymana te re bêbextî nekir, - 18
 - Şûn ve nezivirî dilê me,
Ji riya te derneketin gavên me. - 19
 - Belê te em, li warê kûzeyan pelçiqandin,
Bi tarîstanê, ser me da nixamtin. - 20
 - Eger me ji bîr bikira navê Xwedayê xwe,
Li ber îlahek xerîb vekira destê xwe, - 21
 - Ma Xwedê ev dernedixist meydanê?
Çimkî ew dizane bi sirrê dilan. - 22
 - Tevahiya rojê ji bo te em tên kuştin,
Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin. - 23
 - Hişyar be ya Reb! Bo çi tu radizêyî?
Rabe û her û her me bernede. - 24
 - Bo çi tu dinixêmî rûyê xwe,
Bo çi, tu jibîr dikî cefa û bindestiya me? - 25
 - Çimkî em, heta axê tewiyan,
Bi erdê ve zeliqî bedena me. - 26
 - Rabe û were alîkariya me!
Bi xatirê kerema xwe, xelas ke me! 

