Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Maskîla kurên Korah e. 
1
Ey Xwedê, me bi gohên xwe bihîst,
Bav û kalên me ji me re gotin,
Ka te çi kiriye di rojên wan de, di dema borî de.
2
Te bi destê xwe berda miletan,
Û ew bi cih kirin li şûna wan;
Te şikand miletan,
Belê firehî anî ji bo wan.
3
Wan welat bi şûr nestand,
Wan xwe rizgar nekir bi baz û bendan.
Belê ev, bi destê te yê rastê û bi milê te, bi dîdara ronahiya te çêbû;
Çimkî te ji wan hez kir.
4
Ey Xwedê, tu yî padîşahê min,
Emir bike, rizgarbûna Aqûb!
5
Bi saya te emê belav bikin dijminên xwe,
Bi navê te emê bipelçiqînin hemberên xwe.
6
Çimkî ez ne bawer im bi kevanê xwe,
Şûrê min jî min rizgar nake;
7
Lê te em xelas kirin ji dijminên me,
Şermî kir, yên ku nefret dikin ji me.
8
Her roj em pesnê Xwedê didin,
Ji navê te re her û her spas dikin.
9
Lê niha te em berdan, em riswa kirin,
Bi ordiyên me re, tu naçî şer.
10
Li hember dijmin te em şûn ve şandin,
Yên ku ji me nefret dikin, em şêlandin.
11
Te em kirin wek miya ku tê şerjêkirin,
Û te em li nav miletan belav kirin.
12
Te pirr erzan firot gelê xwe,
Û bi buhayê wan kar nekir.
13
Te em kirin rûreşên cîranan,
Tinaz û pêkeniya, yên der û dora me.
14
Te em kirin zimanê miletan,
Xelq dikenin bi halê me tevan.
15
Rezaleta min, tevê rojê li ber çavan,
Ji şerman ez ketime bin erdan.
16
Yê ku li min neheqiyê dike û dide çêran,
Dijminê ku li heyfê digere, rawestî li hember min.
17
Ev hemû hatin serê me,
Dîsa jî me te jibîr nekir,
Bi peymana te re bêbextî nekir,
18
Şûn ve nezivirî dilê me,
Ji riya te derneketin gavên me.
19
Belê te em, li warê kûzeyan pelçiqandin,
Bi tarîstanê, ser me da nixamtin.
20
Eger me ji bîr bikira navê Xwedayê xwe,
Li ber îlahek xerîb vekira destê xwe,
21
Ma Xwedê ev dernedixist meydanê?
Çimkî ew dizane bi sirrê dilan.
22
Tevahiya rojê ji bo te em tên kuştin,
Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin.
23
Hişyar be ya Reb! Bo çi tu radizêyî?
Rabe û her û her me bernede.
24
Bo çi tu dinixêmî rûyê xwe,
Bo çi, tu jibîr dikî cefa û bindestiya me?
25
Çimkî em, heta axê tewiyan,
Bi erdê ve zeliqî bedena me.
26
Rabe û were alîkariya me!
Bi xatirê kerema xwe, xelas ke me!