Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
 - 1
 - Ber wan nekeve, yên ku dikin xerabî,
Ne jî biheside, yên ku dikin fesadî! - 2
 - Çimkî ewê wek giya zû bên çinîn,
Û wek sebza şîn biçilmisin. - 3
 - Tu xwe bispêre Xudan, bike qencî,
Li welat rûnê, xwedî bibe bi ewlehî. - 4
 - Ji Xudan lezetê bistîne,
Ewê daxwazên dilê te bi cih bîne. - 5
 - Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan,
Ewê bîne cih hemû pêwistiyan. - 6
 - Ewê rastdariya te wek ronahiyê,
Heqê te, wek roja dana derîne. - 7
 - Li pêş Xudan bêdeng be, bi aramî raweste;
Hêrs nebe li wan ku di riya xwe de bikêr in,
Ber yê hîlekar nekeve. - 8
 - Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde.
Ber nekeve, tenê ew te dibe xerabiyê. - 9
 - Çimkî wê xerab bên birrîn û avêtin
Belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin. - 10
 - Di nêz de wê dawiya yê xerab bê,
Tu bigerî jî, wê neyê dîtin ciyê wî. - 11
 - Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat,
Ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet. - 12
 - Yê xerab li ber yê rast kozikan datîne,
Diranê xwe jê re diqirçîne. - 13
 - Belê Reb bi yê xerab dikene,
Çimkî dibîne ku roja wî tê. - 14
 - Şûrên xwe kişandin, tîrên xwe tikandin xeraban,
Da ku li erdê xin bindest û hejaran,
Bikujin yên ku li ser riya rast in. - 15
 - Wê şûrê wan têkeve dilê wan,
Bê şikandin kevanê wan. - 16
 - Piçek hebûna rastan,
Çêtir e ji serweta xeraban. - 17
 - Çimkî wê bê şikandin zendên xeraban,
Wê Xudan bilind bike rastan. - 18
 - Xudan bi rojên gihîştiyan dizane,
Her û herî jî, mîrasa wan e. - 19
 - Di roja xerab de wê şermî nebin,
Di xelayê de wê têr bibin. - 20
 - Belê wê xerab tune bibin;
Dijminên Xudan, wê biçilmisin wek kulîlkên çolan,
Wê telef bibin wek mijan. - 21
 - Yê xerab bi deyn distîne, venagerîne;
Yê rast bi comerdî dide. - 22
 - Yên ku Xudan pîroz kirine, wê welat mîras bistînin.
Yên ku wî ew nalet kirine, wê ji navê bên hilanîn. - 23
 - Xudan, bi mirov dide avêtin gavan,
Eger ew razî be ji riya wan. - 24
 - Bikeve jî dirêj nabe ew li erdan,
Çimkî bi destê wî digire Xudan. - 25
 - Ciwan bûm, niha ez pîr im,
Min nedît ku yê rast hat berdan,
An dûndana wî pars kir, ji bo nan. - 26
 - Ew tev bi comerdî deyn dide.
Dûndana wî pîroz dibe. - 27
 - Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike;
Tê her û her bimînî. - 28
 - Çimkî ji rastiyê hez dike Xudan,
Bernade ew evdên xwe, wan dilsozan.
Ew wan diparêze her û her,
Dûndana xeraban tê birrîn. - 29
 - Yên rast welat mîras distînin,
Her û her li wê derê rûdinin. - 30
 - Ji devê yê rast şehrezayî dertê,
Zimanê wî ya rast dibê. - 31
 - Şerîeta Xwedê di dilê wî de ye,
Naşemitin gavên wî. - 32
 - Xerab li pey yê rast dinêre,
Ew li kuştina wî digere. - 33
 - Belê Xudan wî nade destê yê xerab,
Di dîwankirinê de nade cezakirin. - 34
 - Li hêviya Xudan be, riya wî bipê.
Wê te bilind bike, da ku tu mîras bistînî welat,
Tê bibînî, ka çawa koka xeraban hat. - 35
 - Min zilamê xerab û bêrehm dît,
Wek dara ku li ciyê xwe şîn bûye,
Şax û gulî dabû; - 36
 - Belê derbas bû, êdî tune bû,
Ez lê geriyam nehat dîtin, çûbû. - 37
 - Çavê xwe bide zilamê gihîştî, li wî binêre,
Çimkî pêşeroj ya aştîhezan e. - 38
 - Wê bi hev re tune bibin serhildêr,
Û pêşeroja xeraban bê birrîn. - 39
 - Xelasiya rastan tê ji Xudan,
Ew birca wan e dema tengahiyan. - 40
 - Xudan ji wan re dibe alîkar, rizgariya wan tîne,
Ji destê xeraban xelas dike, azadiya wan tîne,
Çimkî wan xwe li wî spartine. 

