Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, zebûra xizmetkarê Xwedê Dawid e.
- 1
- Serhildana yê xerab ji kurahiya dilê wî ye,
Tirsa Xwedê,
Li ber çavê wî niye. - 2
- Ew di çavê xwe de xwe mezin dibîne,
Ji sûcê xwe nefret nake, nabîne. - 3
- Hîle û derew li ser devê wî ye,
Biaqilbûn, qencîkirin ne para wî ye. - 4
- Li nav nivînên xwe ew difikire derew,
Li ser riya ku qencî jê nayê dimîne, nefret nake ji derew. - 5
- Ya Xudan, kerema te ye li ezman,
Dilsoziya te gihîşt ezman. - 6
- Wek çiyayên mezin e edaleta te,
Çiqas kûr e dadbariya te.
Ya Xudan, tu rizgar dikî mirov û heywanan. - 7
- Çi hêja ye kerema te, ya Xwedê!
Xwe dispêrin bin siya bazkên te kurên mirovan. - 8
- Bi rûnê mala te têra xwe têr dibin,
Ji çemên zewqa xwe tu bi wan didî vexwarin. - 9
- Çimkî, kaniya jiyanê ji te ye,
Ronahiya te ronahiya me ye. - 10
- Kerema xwe bide,
Yên ku bi te dizanin,
Edaleta xwe bide yên ku dilpak in. - 11
- Bila negihîje min lingê pozbilindan,
Berî min nede bi destê xeraban. - 12
- Yên ku xerabî kirin li wê derê ketin,
Hilweşiyan, êdî ew ranabin.