Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, zebûra xizmetkarê Xwedê Dawid e. 
1
Serhildana yê xerab ji kurahiya dilê wî ye,
Tirsa Xwedê,
Li ber çavê wî niye.
2
Ew di çavê xwe de xwe mezin dibîne,
Ji sûcê xwe nefret nake, nabîne.
3
Hîle û derew li ser devê wî ye,
Biaqilbûn, qencîkirin ne para wî ye.
4
Li nav nivînên xwe ew difikire derew,
Li ser riya ku qencî jê nayê dimîne, nefret nake ji derew.
5
Ya Xudan, kerema te ye li ezman,
Dilsoziya te gihîşt ezman.
6
Wek çiyayên mezin e edaleta te,
Çiqas kûr e dadbariya te.
Ya Xudan, tu rizgar dikî mirov û heywanan.
7
Çi hêja ye kerema te, ya Xwedê!
Xwe dispêrin bin siya bazkên te kurên mirovan.
8
Bi rûnê mala te têra xwe têr dibin,
Ji çemên zewqa xwe tu bi wan didî vexwarin.
9
Çimkî, kaniya jiyanê ji te ye,
Ronahiya te ronahiya me ye.
10
Kerema xwe bide,
Yên ku bi te dizanin,
Edaleta xwe bide yên ku dilpak in.
11
Bila negihîje min lingê pozbilindan,
Berî min nede bi destê xeraban.
12
Yên ku xerabî kirin li wê derê ketin,
Hilweşiyan, êdî ew ranabin.