Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, yên ku bela xwe di min didin tu bide bela wan.
 Yên ku bi min re şer dikin tu bike şerê wan!
- 2
- Tu hilde mertalê biçûk û mertalê mezin,
 Rabe were alîkariya min!
- 3
- Rahêje rim û misasa xwe, pêşî li yên ku dane pey min bibire,
 Ji canê min re bêje,"Ezê te xelas kim!"
- 4
- Yên ku li kuştina min digerin, bila rezîl û riswa bibin!
 Yên ku li xerabiya min digerin, bila bi şermî şûn ve vegerin!
- 5
- Bila bibin wek hurikê kayê yê li ber bayê,
 Milyaketê Xudan bi pey wan bikeve!
- 6
- Bila tarî û şematok be riya wan,
 Milyaketê Xudan bide pey wan!
- 7
- Çimkî, bêsedem wan di çalê de li pêş min dafik danî,
 Bêsedem wan, ji bo canê min çalik kolan,
- 8
- Bila bê haypêketina wan, felaket bê serê wan,
 Tora ku veşartine, bibe sedemê girtina wan,
 Û bîne felaketa wan.
- 9
- Hingê ezê bi Xudan şa bim,
 Bi xelaskirina wî bibînim şahî.
- 10
- Bi hemû dilê xwe weha bêjim:
 "Ma kesî wek te heye ya Xudan,
 Te xelas kir bindest ji destê zordaran,
 Bindest û hejar ji şêlînkaran?"
- 11
- Şahidên derewîn radibin,
 Ya ku ez nizanim ji min dipirsin.
- 12
- Di ber qenciya min de, dikin xerabî,
 Da ku canê min bêhêvî bihêlin.
- 13
- Min ku di nexweşîna wan de şêl li xwe dikir,
 Bi rojîgirtinê xwe diêşand,
 Û hergav dua dikir.
- 14
- Li hember wan ez dost bûm, min ew bira didîtin,
 Wek yê ku ji bo diya xwe şînê digire,
 Bi şînê ez piştxûz bûm.
- 15
- Belê bi terpilîna min, kêfxweş bûn û li hev civiyan,
 Bêyî ku ez bizanibim, yên nizim li hember min civiyan,
 Bê rawest buxtanan avêtin ser min.
- 16
- Wek qeşmerên qirêjî yên ziyafetan,
 Wan diran li min qirqiçand.
- 17
- Tê heta kîngê li vê yekê temaşe kî ya Xudan?
 Xelas ke canê min ji êrîşan,
 Jiyana min ji destê şêrên ciwan!
- 18
- Di civîna mezin de ezê şikir bikim ji bo te,
 Li pêş hemûyan bidim pesnê te.
- 19
- Bila şa nebin yên ku bêsedem bûne dijminên min,
 Yên ku bêsedem ji min nefret dikin,
 Bila ji hev re çav nekin.
- 20
- Çimkî ew nabêjin gotina aştiyê,
 Li hember yên ku rihet sekinî ne dikin hîlebaziyê.
- 21
- Li hember min devê xwe fireh vekirin:
 "Ox! Ox!" dibêjin, "Li wî binêrin!"
- 22
- Ya ku çêbû, te dît ya Xudan, bêdeng nemîne,
 Ya Reb tu ji min dûr nemîne!
- 23
- Ya Xwedayê min, ya Rebê min,
 Dest rake, hişyar be ji bo maf û doza min!
- 24
- Li gor edaleta xwe tu min mafdar derîne, ya Xudan Xwedayê min,
 Bila kes şa nebe bi halê min!
- 25
- Bila di dilê xwe de nebêjin:
 "Ox! Ev bû daxwaza me!"
 Li pey min nebêjin:
 "Me serê wî xwar!"
- 26
- Bila şerm bikin yên ku şa dibin bi rewşa min a xerab,
 Ruyê wan sor bibe;
 Yên ku li ber min pozbilindiyê dikin,
 Rezîl û şermî bibin.
- 27
- Yên ku diparêzin doza min a mafdar,
 Bila şa bin, dilşa bin;
 Û bila hergav bêjin:
 "Xudanê ku ji aştiya evdê xwe xweş e, mezin e!"
- 28
- Wê zimanê min edaleta te bêje,
 Tevahiya rojê pesnê te bide.

