Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 33
 - 1
 - Ey rastno, bi Xudan şa bin!
Şikirkirin bi rastan dikeve. - 2
 - Çengê lêxin spasî bidin Xudan,
Bi santûra deh têl jê re bêjin îlahiyan. - 3
 - Ji wî re îlahiyek nû bêjin,
Bi dengekî bilind û xweş bêjin. - 4
 - Çimkî ripîrast e gotina Xudan,
Bi dilsozî dike ew her karan. - 5
 - Ji rastî û edaletê hez dike,
Heskirina wî dinê tije dike. - 6
 - Ezman bi peyva Xudan,
Roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran. - 7
 - Ew avên deryayê li hev dicivîne,
Avên kûr di sarincan de bi ser hev tîne. - 8
 - Bila bitirse hemû erd ji Xudan,
Hurmetê jê re nîşan bide herkesê li tevahiya cîhan. - 9
 - Çimkî wî got û her tişt çêbû;
Wî ferman kir her tişt xuya bû. - 10
 - Xudan xera dike şêwra miletan,
Vala dertîne fikrên gelan. - 11
 - Şêwra Xudan her û her e,
Fikra dilê wî, di dema tu nifşî de naguhere. - 12
 - Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e,
Ew gel ku wî wek mîras hilane! - 13
 - Ji ezmanan dinihêre Xudan,
Ew dibîne hemû mirovan. - 14
 - Ji dera runiştî,
Dinihêre li hemû yên li ser erdê rûniştî. - 15
 - Ew e yê ku dilê her kesî afirand,
Ew fêm dike hemû karên mirovan. - 16
 - Padîşahê ku bi pirrbûna leşkerên xwe xelas dibe tune,
Mêrxasê ku bi pirrbûna hêza xwe xelas bûne li kune? - 17
 - Ji bo xelasiyê hesp tiştek vala ye,
Bi hêza xwe ya mezin ne xelasiya tu kesa ye. - 18
 - Belê çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin,
Li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin; - 19
 - Heta ku, ew xelas dike canê wan ji mirinê,
Wan dide jiyîn dema xela û tunebûnê. - 20
 - Li benda Xudan e canê me,
Ew e alîkar û mertalê me. - 21
 - Çimkî bi wî şa ye dilê me,
Bi navê wî yê pîroz e ewlehiya me. - 22
 - Me hêviya xwe bi te ve girêda ye, ya Xudan,
Bila kerema te be li ser me hemûyan! 

