Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 33 
1
Ey rastno, bi Xudan şa bin!
Şikirkirin bi rastan dikeve.
2
Çengê lêxin spasî bidin Xudan,
Bi santûra deh têl jê re bêjin îlahiyan.
3
Ji wî re îlahiyek nû bêjin,
Bi dengekî bilind û xweş bêjin.
4
Çimkî ripîrast e gotina Xudan,
Bi dilsozî dike ew her karan.
5
Ji rastî û edaletê hez dike,
Heskirina wî dinê tije dike.
6
Ezman bi peyva Xudan,
Roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran.
7
Ew avên deryayê li hev dicivîne,
Avên kûr di sarincan de bi ser hev tîne.
8
Bila bitirse hemû erd ji Xudan,
Hurmetê jê re nîşan bide herkesê li tevahiya cîhan.
9
Çimkî wî got û her tişt çêbû;
Wî ferman kir her tişt xuya bû.
10
Xudan xera dike şêwra miletan,
Vala dertîne fikrên gelan.
11
Şêwra Xudan her û her e,
Fikra dilê wî, di dema tu nifşî de naguhere.
12
Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e,
Ew gel ku wî wek mîras hilane!
13
Ji ezmanan dinihêre Xudan,
Ew dibîne hemû mirovan.
14
Ji dera runiştî,
Dinihêre li hemû yên li ser erdê rûniştî.
15
Ew e yê ku dilê her kesî afirand,
Ew fêm dike hemû karên mirovan.
16
Padîşahê ku bi pirrbûna leşkerên xwe xelas dibe tune,
Mêrxasê ku bi pirrbûna hêza xwe xelas bûne li kune?
17
Ji bo xelasiyê hesp tiştek vala ye,
Bi hêza xwe ya mezin ne xelasiya tu kesa ye.
18
Belê çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin,
Li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin;
19
Heta ku, ew xelas dike canê wan ji mirinê,
Wan dide jiyîn dema xela û tunebûnê.
20
Li benda Xudan e canê me,
Ew e alîkar û mertalê me.
21
Çimkî bi wî şa ye dilê me,
Bi navê wî yê pîroz e ewlehiya me.
22
Me hêviya xwe bi te ve girêda ye, ya Xudan,
Bila kerema te be li ser me hemûyan!