Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ya Xudan, ez bi canê xwe nêzikî te dibim,
2
Ey Xwedê, ez bi te ewle me, min nede şermê,
Bila dijminên min nekenin bi min!
3
Hemû yên ku bi hêvî ne, wê şermî nebin;
Yên ku bêsedem çavsorî dikin, wê bibînin şermê.
4
Ya Xudan, tu hînî min bike riyên xwe,
Nîşanî min bide aliyên xwe.
5
Bi rastiya xwe rê nîşanî min bide, ji bo min bibe hîndar.
Çimkî tu yî ji bo min Xwedayê rizgarkar.
Hêviya min hergav tu yî.
6
Ya Xudan, heskirin û dilovaniya xwe bibîr bîne;
Çimkî ew ji berê ve hene.
7
Gunehên min ên xortaniyê û serhildanên min bibîr neyne,
Li gor kerema xwe,
Ji bo qenciya xwe min bibîr bîne ya Xudan.
8
Rast û qenc e Xudan,
Ji ber vê yekê rê nîşan dide li ber gunehkaran.
9
Di riya edaletê de, ew e ji bo nefsbiçûkan rêber,
Ew riya xwe nîşanî wan dide her û her.
10
Ji bo yên ku peyman û şahidiya wî digirin,
Hemû riyên Xudan kerem û rastî ne.
11
Ji bo navê xwe ya Xudan,
Tu gunehê min bibexşîne, çimkî gellek mezin e.
12
Her kî ku bitirse ji Xudan,
Ew hînî wî dike riyan.
13
Ewê bi firehî bijî ew însan,
Nîjada wî mîras bistîne erdan.
14
Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin,
Ew wan haydar dike ji peymana xwe.
15
Çavê min hergav li Xudan e,
Çimkî ew lingê min dertîne ji toran.
16
Li halê min binêre, li min were rehmê;
Çimkî ez bindest û bêkes im.
17
Zêde dibe tengahiya dilê min,
Tu xelas ke min ji derdê min.
18
Binêre li ketin û êşên min,
Bibexşîne hemû gunehan li min!
19
Li dijminên min binêre, ku çiqas pirr bûn,
Bi çi awayî nefret dikin ji min.
20
Biparêze canê min, min azad ke!
Min şermî neke, çimkî ez xwe dispêrim te.
21
Bila rastî û durustî min biparêze,
Hêviya min hergav tu yî.
22
Ey Xudan, biparêze Îsraêlê,
Ji hemû tengahiyan!