Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, ez bi canê xwe nêzikî te dibim,
- 2
- Ey Xwedê, ez bi te ewle me, min nede şermê,
 Bila dijminên min nekenin bi min!
- 3
- Hemû yên ku bi hêvî ne, wê şermî nebin;
 Yên ku bêsedem çavsorî dikin, wê bibînin şermê.
- 4
- Ya Xudan, tu hînî min bike riyên xwe,
 Nîşanî min bide aliyên xwe.
- 5
- Bi rastiya xwe rê nîşanî min bide, ji bo min bibe hîndar.
 Çimkî tu yî ji bo min Xwedayê rizgarkar.
 Hêviya min hergav tu yî.
- 6
- Ya Xudan, heskirin û dilovaniya xwe bibîr bîne;
 Çimkî ew ji berê ve hene.
- 7
- Gunehên min ên xortaniyê û serhildanên min bibîr neyne,
 Li gor kerema xwe,
 Ji bo qenciya xwe min bibîr bîne ya Xudan.
- 8
- Rast û qenc e Xudan,
 Ji ber vê yekê rê nîşan dide li ber gunehkaran.
- 9
- Di riya edaletê de, ew e ji bo nefsbiçûkan rêber,
 Ew riya xwe nîşanî wan dide her û her.
- 10
- Ji bo yên ku peyman û şahidiya wî digirin,
 Hemû riyên Xudan kerem û rastî ne.
- 11
- Ji bo navê xwe ya Xudan,
 Tu gunehê min bibexşîne, çimkî gellek mezin e.
- 12
- Her kî ku bitirse ji Xudan,
 Ew hînî wî dike riyan.
- 13
- Ewê bi firehî bijî ew însan,
 Nîjada wî mîras bistîne erdan.
- 14
- Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin,
 Ew wan haydar dike ji peymana xwe.
- 15
- Çavê min hergav li Xudan e,
 Çimkî ew lingê min dertîne ji toran.
- 16
- Li halê min binêre, li min were rehmê;
 Çimkî ez bindest û bêkes im.
- 17
- Zêde dibe tengahiya dilê min,
 Tu xelas ke min ji derdê min.
- 18
- Binêre li ketin û êşên min,
 Bibexşîne hemû gunehan li min!
- 19
- Li dijminên min binêre, ku çiqas pirr bûn,
 Bi çi awayî nefret dikin ji min.
- 20
- Biparêze canê min, min azad ke!
 Min şermî neke, çimkî ez xwe dispêrim te.
- 21
- Bila rastî û durustî min biparêze,
 Hêviya min hergav tu yî.
- 22
- Ey Xudan, biparêze Îsraêlê,
 Ji hemû tengahiyan!

