Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Dinya û hemû kesên ku tê de ne,
Ruyê erdê û tijebûna wê, ya Xudan e.
2
Çimkî wî ava kir ew li ser deryayan,
Da sekinandin li ser çeman.
3
Kî dikare derkeve çiyayê Xudan,
Û raweste li cihê wî yê pîroz?
4
Ew zilamê ku destê wî paqij û dilê wî pak e,
Dilê wî neketiye pey derewkarî,
Û ne jî sond xwarî bi hîlekarî.
5
Ew ji Xudan pîroziyê,
Ji Xwedayê rizgarkirina xwe mafdariyê distîne.
6
Yên weha ji wî nifşî ne ku li wî digerin,
Ew gelê Aqûb in ku li riya Xudan digerin.
7
Ey derîno, serê xwe bilind kin!
Vebin, ey deriyên kevin!
Da ku Padîşahê berz têkeve hundir!
8
Ma kî ye ev Padîşahê berz?
Ew Xudan e, hêzdar û pêkar
Ew Xudan e, di şer de mêrxas.
9
Ey derîno, serê xwe rakin!
Vebin ey deriyên kevin!
Da ku padîşahê berz têkeve hundir!
10
Ma kî ye ev Padîşahê berz?
Ew e Xudanê artêşên ezman,
Ew e Padîşahê berziyê.