Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Xudan şivanê min e,
Çênabe kêmahiya min.
2
Min vedizelîne li ser mêrgên şîn,
Li qeraxên avên aram, min dide meşîn.
3
Teze dike canê min,
Bi saya navê xwe min di riyên rast de dide meşîn.
4
Ez di newala mirinê ya tarî re derbas bim jî,
Natirsim ji xerabiyê.
Çimkî tu bi min re yî, tu yî li ba min.
Çoyê te, darê te rihetiyê dide min.
5
Li pêş dijminên min tu ji min re datînî sifrê,
Û tu bi rûn dikî serê min,
Difûre kasa min.
6
Wê di hemû jîna min de,
Qencî û kerem li pey min bimeşe.
Û ezê hergav di mala Xudan de rûnêm.