Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 146
 - 1
 - Pesnê Xudan bidin,
Ey canê min pesnê Xudan bide. - 2
 - Heta ez hebim, ezê pesnê Xudan bidim,
Heta ez bijîm, ezê ji Xwedayê xwe re lavijan bêjim. - 3
 - Bi mîran,
Bi mirovên ku nikarin we xelas kin ewle nebin. - 4
 - Gava ku ew dimirin, ew dizivirin axê,
Wê rojê planên wan diqedin. - 5
 - Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e,
Hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e. - 6
 - Ew ku, wî erd û ezman,
Derya û hemû tiştên tê de afirand,
Ew hergav sozên xwe digire. - 7
 - Ew heqê bindestan hiltîne,
Û xwarinê dide birçiyan,
Azad dike hêsîran. - 8
 - Xudan çavên koran vedike,
Xudan yên piştxûz rast dike,
Xudan ji rastan hez dike. - 9
 - Xudan xerîban diparêze,
Ji sêwî û jinebiyan re dibe alîkar,
Û riya xeraban şaş dike. - 10
 - Serweriya Xudan her û her berdewam e,
Ey Siyon, Xwedayê te ji bo hemû nifşan e.
Pesnê Xudan bidin. 

