Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Yê bêaqil di dilê xwe de, "Xwedê tune" dibêje.
Mirov xera bûn, karê xerab serî hildan û çûn.
Nema kesî qencîker.
2
Xudan ji jor ve li mirovan dimeyzîne,
Ka gelo ewê yên şehreza û li Xwedê digerin bibîne.
3
Hemû ji rê derketin,
Bi hev re bûn mirdar.
Kesî qencîker tune,
Tenê yek nîne.
4
Ma yên ku sûc dikin nabînin?
Wek ku nan bixwin, gelê min dixwin.
Û bang nakin Xudan.
5
Li wir wê bitirsin, bikevin sawan.
Çimkî li alî kesên rast e Xudan.
6
Hûn biçûk dibînin şîreta bindestan,
Belê wan xwe spartiye Xudan.
7
Xwezî xelasiya Îsraêlê ji Siyonê bihata!
Gava ku Xudan xelqê xwe ji surgûnê bîne,
Wê ji Aqûb re şadî, ji Îsraêl ê re dilşadî bîne.