Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
 - 1
 - Yê bêaqil di dilê xwe de, "Xwedê tune" dibêje.
Mirov xera bûn, karê xerab serî hildan û çûn.
Nema kesî qencîker. - 2
 - Xudan ji jor ve li mirovan dimeyzîne,
Ka gelo ewê yên şehreza û li Xwedê digerin bibîne. - 3
 - Hemû ji rê derketin,
Bi hev re bûn mirdar.
Kesî qencîker tune,
Tenê yek nîne. - 4
 - Ma yên ku sûc dikin nabînin?
Wek ku nan bixwin, gelê min dixwin.
Û bang nakin Xudan. - 5
 - Li wir wê bitirsin, bikevin sawan.
Çimkî li alî kesên rast e Xudan. - 6
 - Hûn biçûk dibînin şîreta bindestan,
Belê wan xwe spartiye Xudan. - 7
 - Xwezî xelasiya Îsraêlê ji Siyonê bihata!
Gava ku Xudan xelqê xwe ji surgûnê bîne,
Wê ji Aqûb re şadî, ji Îsraêl ê re dilşadî bîne. 

