Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê.
- 1
- Niha bila Îsraêl bêje:
 "Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min.
- 2
- Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min,
 Belê wan ez têk nebirim.
- 3
- Cotkaran li ser pişta min çot ajotin,
 Şopên xwe dirêj kirin."
- 4
- Belê Xudan rastdar e,
 Wî ez azad kirim.
- 5
- Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin,
 Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.
- 6
- Bila wek giyayê li ser ban,
 Beriya ku bigihîjin, ziwa bibin.
- 7
- Pale, bi wê destê xwe,
 Melûvan, bi wê himêza xwe tije nake.
- 8
- Yên ku di rê de derbas dibin, bila nebêjin,
 "Bereketa Xudan li ser we be,
 Em bi navê Xudan we pîroz dikin."

